Melevan Resûl: Projeya Rêveberiya Xweser a tevahiya pêkhateyên herêmê ye

Nivîskar Melevan Resûl destnîşan kir ku bi taybet peyamên girêdayî yekitî û hevgirtina gelan û duristbûna xeta Rêveberiya Xweser ku rêber Abdullah Ocalan ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandine, wateyên girîng di nava xwe de dihewîne.

Raya giştî ya Kurdistanê, bi taybet a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, girîngiyê dide peyamên ku rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina li gel birayê xwe de şandine.

Girêdayî peyamên rêber Abdullah Ocalan nivîskar Melevan Resûl ji ANHA‘yê re axivî.

‘NAKOKIYÊN KU LI ROJHILATA NAVÎN RÛ DIDIN PERGAL Û HÊZÊN CÎHANÎ DIAFIRÎNIN’

Melevan Resûl wiha wiha axivî: "Tecrîda ku li dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, şewata li Îmraliyê pêk hatiye, ger bi zanabûn be yan na, ji bêaqiliyê ye ku mirov bêje tesaduf in."

Resûl destnîşan kir ku şewata li Îmraliyê rû daye, du peyaman dide; ya yekê girêdayî aloziya Sûriyê û wiha rave kir: "Divê em bûyeran bi hev ve girê bidin. Bi taybet şerê li Idlibê yê di navbera hêzên rejîma Sûriyê, hêzên Tirkiyê, komên cîhadî yên çete, hêzên Rûsyayê de û rola Îranê girîng e. "

Resûl diyar kir ku peyama din girêdayî doza Kurd e û got: "Doza ku li pêş e û bê çareserî maye, doza kurdî ye. Lewra dewleta Tirk bi rêya ferzkirina zextê li ser semboleke têkoşîna Kurd di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de, peyamekê dide gelê Kurd."

Resûl wiha berdewam kir: "Mirov nikare bibêje rakirina tecrîdê û pêkanîna hevdîtinê bi malbat û dîlgirtiyan re, guhertinek di siyaseta Tirkiyê de ye. Lê belê ew berdewama wê siyasetê ye. Ji ber ku piraniya pêşengan di girtîgehên Tirkiyê de ne."

Melevan Resûl destnîşan kir ku nameya ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya malbata xwe bi rê kiriye, ji bo Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek wateyan di nava xwe de dihewîne. Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna gelê Kurd û tevahiya gelên dost li Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir. Resûl wiha domand: "Saziyên çalak, razîbûna rêber Ocalan girtin, ji ber ku xwe dispêre felsefeya ku rêber Abdulla Ocalan daniye. Bi taybet ragihandin ku Rêbertî bi nav kir, ji ber ku di cîhanê de aliyê kontrolker e û rastiyên ku li cîhanê hatibûn veşartin radigihîne. Lewra ragihandin li Rojava xizmeta doza Kurd, doza gelan û têgeha neteweya demokratîk bi kedên bêhempa kir. "

‘RÊBER ABDULLAH OCALAN PESNA ROLA ÊLÊN EREB DA’

Resûl di berdewama gotinên xwe de nameya rêber Abdullah Ocalan ji bo êlên Ereb ên herêmê destnîşan kir û got: "Hevgirtin pêwîst e, ji ber ku dagirker û rejîma Sûriyê kolana herêmê berbelav dikin, fitne û nefretê di navbera pêkhateyan de diçînin. Bi taybet di 12`ê Adara 2004`an de dema rejîma Sûriyê hewl da alîgirên xwe li dijî Kurdan amade kirin û wan bi dijmin û gelek tawanên nerast tawanbar kirin."

Melevan Resûl bal kişand ser yekitiya di navbera gelan de û got ku tevahiya pêkhateyên herêmê hevgirtî ne. Lê dagirker, rejîma Sûriyê û opozîsyonê vê hevgirtinê red dikin. Ji ber ku nimuneyek pêşketî ye, hîna li nexşerêya Rojhilata Navîn derneketiye. Lê belê tenê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî.

‘PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER A TEVAHIYA PÊKHATEYAN  E’

Melevan Resûl îşaret pê kir ku pêwîst e tevahiya pêkhateyên herêmê ji bo serxistina tecrubeya Rêveberiya Xweser kar bikin û wiha dewam kir: "Rêveberiya Xweser di siyaseta xwe de bi ser ket. Lê siyasetên aliyên din bi bin ketin. Ji ber ku opozîsyon û hinek partiyên Kurd pişta xwe da dagirkeriya ku hîna li dû xewna Osmanî da ku plan û ajandeyên xwe pêk bîne."

Resûl bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser a ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji saziyên rêveberî, xizmetguzarî û ragihand ava bûye. Ev rêveberî ne girêdayî partiyekê ye lê belê ya tevahiya pêkhateyên herêmê ye. Hinek alî vê rêveberiyê bi girêdana bi Partiya Yekitiya Demorkatîk re tawanbar dikin. Ev ne rast e, ji ber ku ev proje sînorên Rojava derbas dike."

‘NETEW Û DEWLETÊN PÊŞKETÎ BEYÎ RÊGEZ Û QANÛNAN BI PÊŞ NAKEVIN’

Resûl wiha pê de çû: "Tevahiya pêkhateyên herêmê tev li rêveberiya bajar û herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne. Piraniya civakê têgeha partiyetî derbas kir. Lê girêdayî kêmasiyan, ev tişt li tevahiya dewletên pêşketî çêdibin. "

Resûl ev tişt jî bibîr xist: "Hinek kes di rêveberiya Xweser de ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî û malbatî kar dikin. Ev têgeh şaş e û bi tevahiya pîvanên civakê nayê qebûlkirin. Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe de ev tişt destnîşan kir. Lewra divê civaka dirust a xwedî rêgez û qanûn, tenê dikare pêşkeve."

Di dawiyê de Melevan Resûl wiha axivî: "Divê şaşiyên ku çi ji hêla partî yan jî kesayet an jî pêkhateyekê ve derkevin, neyên qebûlkirin û werin derbaskirin. Ji ber bi van şaşiyan civak bi pêş nakevin. Divê hemû girîngiyê bidin van mijaran. Tecrubeya Rêveberiya Xweser serkeftina xwe îsbat kir. Ji aliyên têkildar tê xwestin ku girîngiyê bidin tevahiya aliyan û şaşiyan derbas bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din