Melisca Girê Spî li ser bicihkirina penaberan li deverên dagirkirî hişyarî da

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Kantona Girê Spî ji ber bicihkirina penaberên sûrî li deverên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, hişyarî da.

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezai Mihemed der barê dersînorkirina bi hezaran penaberên sûrî yên li Tirkiyê û bicihkirina wan li deverên dagirkirî ji ANHA'yê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de, Hezai Mihemed binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nexasim guhertina demografî û bicihkirina şêniyên ji deverên wekî Hims, Hema û Xûteya Rojhilat a Şamê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên dagirkirî şermezar kirin.

Li gor amarên Meclisa Kantona Girê Spî, hejmara koçberên kantona dagirkirî 100 hezar derbas kir ku niha li bajarên Tebqa, Reqa û gundewarê wê bi cih bûne, her wiha 6 hezar û 540 koçberên ku li kampa koçberên Girê Spî ya li nêzî gundê Til El-Semin ê rojhilat ê Reqayê di rewşên aborî û jiyanî yên xerab de dijîn.

Cîgirê hevseroketiyê Meclisa Kantona Girê Spî diyar kir ku mîna siyasetên temenê kirîza Sûriyê hîn dirêjtit bikin: “Guhertina demografiya herêmên Sûriyê di hemû aliyên siyasî û mirovahî de felaketek e.”

Tê zanîn ku dersînorkirina penaberên Sûriyê ji Tirkiyê ber bi deverên dagirkirî ve, piştî biryara berpirsên hikumeta dagirker a vegerandina mîlyon penaberên sûrî ber bi herêmên dagirkirî ve “Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî”, zêde bû. Her wiha bi pereyên qeterî û kuwêtî avahiyên mêtîngeriyê li wan herêman ji wan re tên avakirin. Ajansa me ketina 4 hezar û 181 penaber di Girê Spî de  û bicihkirina wan di malên şêniyên wê yên koçber, di 5 mehên borî de, belge kir.

Avahiyên mêtîngeriyê li kantona dagirkirî li bajarokê Eyn Erûs û derdora kantona dagirkirî li ser zeviyên şêniyan ên ku “Meclisa Girê Spî ya Xwecihî” desteser kirine, tên avakirin. Wezîrê hundirîn ê dagirkeriya Tirk Suleyman Soylu berî du mehan serdana wan avahiyan kir û daxwaza bidawîkirina avakirinê di nêzîktirîn dem de kir.

Cîgirê hevseroketiya Meclisa Kantona Girê Spî Mihemed Hezai bang li civata navneteweyî kir ku li hember van binpêkirinan bibin xwedî helwest û zextê li dewleta Tirk bikin da ku ji xaka Sûriyê derkeve û di encamê de jiyaneke aram ji hemû koçberan re were peydakirin.

(mh)

ANHA


Mijarên Din