​​​​​​​Merasîma bîranîna salvegera 14’an a şehadeta Hrant Dink li dar ket

Şervanên tabûra Şehîd Nûbar Ozaniyan merasîma bîranîna salvegera 14’an a sîuqastkirina rojnamegerê ermenî Hrant Dink li dar ket û piştrast kir ku êdî doza gelê Ermen bûye diyardeyek ji tevahî gelên cîhanê re.

Tabûra Şehîd Nûbara Ozaniyan a Ermen, merasîma bîranîna şehîd Hrant Dink ê ku bi destê dewleta Tirk di 2007’an hatiye sîuqastkirinê li dar xist. Di merasîmê de endamên Meclisa Ermen, Meclisa Suryan û Asûrî, endamên Meclisa Til Temir a Sivîl û bi dehan malbatên ermenî amade bûn.

Merasîma bîranîn bi toranke leşkerî ya ji hêla şervanên tabûra Nûbar Ozaniyan dest pê kir, piştre şervanê bi navê Manuel Demir axivî.

Manuel Demir destnîşan kir ku têkoşer Hrant Dink pêşengê gelê Ermenî bû û her tim hewl dide rastiyên girêdayî komkumiya li dijî Ermen û eşkerekirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî wan eşkere bikira.

Manuel Demir wiha got: "Her tim dewleta Tirk gef li Hrant Din dixwarin, her wiha baş dizanî ku dê rojekê were sîuqastkirinê. Lê ji gefan neditirsî. Ji ber dizanî ku ev têkoşînê dê bi mirinê bi dawî bibe."

Manuel Demir wiha domand: "Di 2007’an de dewleta Tirk, Hrant Dink sîuqast kir. Dewleta Tirk texmîn dikir ku dê bi sîuqastkirina Dink re doz bi dawî bibe. Lê nikarin xewnên xwe pêk bînin. Ji ber doza Ermenî êdî bûye diyardeyeke ji tevahî gelên cîhanê re."

Piştî axaftin bi dawî bûn, sînevîsyonek li ser jiyana têkoşer Hrant Dink hat pêşandan.

Merasîma bîranînê bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din