Merasîma sersaxiya şehîd Çiyager Dêrik li Dêrikê pêk hat

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê şehîd Yezen Mihemed Şerîf El-Asî (Çiyager Dêrik) re xwest.

Şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Dêrikê, şervanên YPG, YPJ û endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê beşdarî konê merasîma sersaxiyê yê malbata Çiyager Dêrik bûn ku li gundê Mercê yê girêdayî navçeya Girkê Legê hatiye vedan.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê şervana Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê şervan Delîla Bermal axivî û got: "Şehîd Çiyager bi rihê xwe yê fedayî dihat naskirin, lewma em ê şopdarên rêya wî bin û em ê nehêlin keda şehîd vala biçe. Her wiha sozê didin malbata şehîd Çiyager û hemû şehîdan ku em ê berxwedan û têkoşînê ji bo pêkanîna serkeftinê bidomînin."

Paşê li ser navê Kongreya Star Esma Murad axivî û tekez kir ku azadî xwedî cihekî bilind e û wiha pê de çû: "Şehîd Çiyager gundê Mercê bi şehadeta xwe pîroz kir, lewma em bejna xwe li ber giyanê wî yê pîroz ditewînin. Madem şervanên ji bo aramî û ewlehiyê şer bikin hene, em ê canê xwe ji bo vê xakê bidin."

Di merasîma sersaxiyê de li ser navê malbata şehîd apê şehîd Abdulkerîm Asî axivî û wiha got: "Çiyager ne şehîdê me ye, lê şehîdê vê xakê ye." Apê şehîd spasiya beşdaran kir û soza pêkanîna armancên şehîdan da.

Piştî bidawîbûna axaftinan wesîqeta şehîd Çiyager Dêrik radestî malbatê hat kirin û merasîm bi sloganên "Bijî berxwedana YPG, YPJ û Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê" bi dawî bû.

(eh)
ANHA


Mijarên Din

Li Raî teqîn