​​​​​​​Meşa ciwanan a li djiî tecrîdê dest pê kir

Ciwanên herêma Firatê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji gundê Helincê ber bi gundê Elpelûrê ve dimeşin.

Meşa ciwanan bi dirûşma “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” tê organîzekirin. Meşê ji gundê Heclincê dest pê kir û dê li gundê Elpelûr ê li rojavayê bajarê Kobanê bi dawî bibe. Bi sedan ciwan beşdarî meşê bûne û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan rakirine.

Beriya ku meş dest pê bike, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Hesen Mistefa axivî û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ew bêdengî wek berdewamkirina Komploya Navneteweyî hesiband.

Mistefa bang li ciwanan kir ku têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagirker xurt bikin. Hesen Mistefa bi navê ciwanên herêmê soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk neyê, ew ê nesekinin.

Piştre ciwan ber bi gundê Elpelûrê ve ku mala Rêber Ocalan lê dima li wir e, meşiyan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

(c)

ANHA


Mijarên Din

Li Firatê meşa ciwanan