Mesûd Mihemed:Çareseriya aloziya Sûriyê di lihevkirina Sûrî û Rêveberiya Xweser de ye

​​​​​​​Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Kobanê Mesûd Mihemed got: “Nelihevkirina Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê ne ji berjewendiyên gelên Sûriyê re ye. Ji bo çareseriya aloziya Sûriyê  yekîtiya gel giringe.”

Siyasetmedar û endamê Yekîtiya Rewşenbîran Mesûd Mihemed ji ajansa me re axivî û got: “Nelihevkirina rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandoreke neyînî li rewşa Sûriyê bigiştî dike.  Gelên Sûriyê negihaştin çareseriyek ê û ev yek xizmeta dewletên dijber ên ku berjewendiyê Sûriyê naxwazin û parçekirina Sûriyê dixwazin re heye. Li gel ku rê li pêşiya komên çeteyan jî dike.”

Mihemed diyar kir ku QSD`ê ji hemû pêkhateyan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê û wiha pê de çû: “Dewleta Sûriyê nikarîbû parastina Sûriyê bike, QSD`ê gelek herêm rizgar kirin û di oxira têkbirina çeteyên DAIŞ`ê de bi hezaran şervan şehîd bûn. Rêveberiya Xweser jî bi pêşkêşkirina projeya biratiya gelan isbata karîna parastina civaka Barkurê Sûriyê kir.Tê zanîn ku hin alî ji siyaseta Neteweya Demokratîk ditirsin.”

Têkildarî helwesta rejîma Sûriyê ji Rêveberiya Xweser û geşedanên dawîn Mesûd wiha anî ziman: “Piştî 8 salan ji şer û nakokiyan hêj siyaseta dewleta Sûriyê ya nijadperest nehatiye guhartin. Rejîma Sûriyê dixwaze Kurd di beşdariya nava rêveberiya herêmî de di asta duyem de bin, ev jî bi qurbaniyên ku Kurdan di oxira parastina Sûriyê de dane, nayê penjirandin.”

Her wiha Mesûd got, çareseriya aloziya Sûriyê di lihevkirina Rêveberiya Xweser û hikumeta Sûriyê de ye û wiha axivî: “Her wiha di beşdariya danîna destûra Sûriyê de ye û bi vê yekê dê xwestekên gelên Sûriyê pêkan bibe.”

Endamê Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Kobanê Mesûd Mihemed di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hebûna Rêveberiya nenavendî ya li bakurê Sûriyê kir û got: “Divê Rejîm dev ji siyaseta xwe ya çewisandina gelê Kurd berde û jiyana gelên Sûriyê vegerîne yasayî.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din