Mesrûr Barzanî bû serokwezîr û Qubad Talebanî jî bû cîgirê wî

Mesrûr Barzanî bi dengên 88 parlamenteran wek serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê û Qubad Talebanî jî wek cîgirê wî hate hilbijartin.

Di civîna îro ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, Mesrûr Barzanî bi dengên 88 parlamenteran wek serokwezîrê nû yê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin. Her wiha ji YNK'ê Qubad Talebanî jî bi dengên 73 parlamenteran wek cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.


Mijarên Din