Mesrûr Barzanî wek serokwezîrê Başûrê Kurdistanê hate erkdarkirin

Civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi beşdarbûna 97 endaman pêk hat. Di civînê de Mesrûr Barzanî ji bo serokwezîriya Herêma Kurdistanê namzet hate nîşandan û ji aliyê parlamentoyê ve hate hilbijartin.

Piştî ku Nêçîrvan Barzanî duh wek serokê Herêma Kurdistanê sonda yasayî xwar, îro Mesrûr Barzanî li parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo serokwezîriyê wek namzet hate nîşandan.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi beşdarbûna 97 parlamenteran civiya. Di civînê de ji bo serokwezîriya hikumeta herêmê Mesrûr Barzanî wek namzet ji aliyê PDK'ê ve hate nîşandan. Paşê namzetiya Barzanî kete dengdanê û ji 97 kesên amade 87 kesan dengê erê da.

Parlamenterên Tevgera Goran û Yekitiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî deng dan namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî.


Mijarên Din