Metirsiya belavbûna nexweşiyan li kampa Erîşa heye

Li kampa Erîşa ya ku dikeve ser bendava başûrê kantona Hesekê, piştî baranên zêde ava bendavê bi ser de avêt. Ev bû sedem ku ava kanalîzasyonê derkeve û belavî nava kampê bibe. Ev jî metirsiya belavbûna nexweşiyan di nav niştecihên kampê de zêde dike. Ji ber ku rêxistinên mirovî rewşê paşguh dikin, koçber bi gazinc in.

Di demên dawîn de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baraneke zêde barî. Baranan û rewşa hewa herî zede bandor li koçberên li kampê kir. Yek ji van kampan jî kampa koçberan a Erîşa ye. Wek hemû kampên li herêmê saziyên mirovî rewşa wan paşguh dikin. Ji ber vê jî koçber di nav rewşeke dijwar de ne.

Kampa Erîşa 30 km dikeve başûrê Hesekê. Kamp li ser Bendava Başûr a bajêr e. Ji ber barana zêde ava bendavê bi ser de avêtiye. Av tev li tora kanalîzasyonê bûye û ava kanalîzasyonê xistiye nava kampê. Ji ber wê şênî ditirsin ku nexweşî di nav zarokan de belav bibin. Hevserokê Heyva Sor a Kurd Alan Mihemed jî ev tişt piştrast kir. Mihemed destnîşan kir ku ew rojane 150 heya 200 kesan di nuqteya tenduristiyê de pêşwazî dikin.

Kampa Erîşa di 1`ê Hezîrana 2017`an de hate avakirin. Li gorî rêveberiya kampê derdora 9 hezar û 100 koçber li kampê dimînin.

Piştî barana zêde lehî rabûn û zirarên mezin gihîştin kampê. Ji ber wê rêveberiya kampê konên koçberan veguhestin rojavayê kampê.

Koçbera bi navê Fatme Ehmed El-Mihemed a ji Dêrazorê got: "Di encama bilindbûna rêjeya ava Bendava Başûr de av tev li ava kanalîzasyonê bû. Ava kanalîzasyonê di nava kampê de belav bû. Zarok di nava vê avê de dilîzin. Niha em ditirsin nexweşiyên mîna xurik, laşmanya, kolera, zîkçûn, kulbûna kezeba reş û melarya di nava zarokan de belav bibin.”

Fatme diyar kir ku rêxistinan di vî warî de tiştek pêşkêş nekiriye û destnîşan kir ku gelek cureyên mêş û kurmikan belav bûne.

Koçbera bi navê Esmaa El-Salih a ji Beqresê Jorîn a Dêrazorê got: “Ji ber tirsa ku kon li ser serê me hilweşe, em bi şev xew nakin, bi taybet ji ber ku konê me nêzî avê ye."

Têkildarî mijarê ajansa me hevdîtinek bi endamê rêveber ê Heyva Sor a Kurd Alan Mihemed re çêkir. Mihemed wiha axivî: “Ji ber baranên ku vê dawiyê barîne, hezar û 200 konan zirar dîtiye. Ava ku kom bûye, bûye lîstoka zarokan. Zarok tevî malbatên xwe xeteriya vê tiştê nizanin. Heyva Sor a Kurd ji destpêka Nîsanê ve biryar da û dest bi semînerên girêdayî xetereyên ava gemar û awayên pakkirina wê di nav kampê de kir. Tîma ku xebatê bi rê ve dibe, ji 12 kesan pêk tê.” 

Mihemed got nuqteya tenduristiyê ya girêdayî Heyva Sor, di nav kampê de bi awayekî domdar dixebite û bi rêya beşên navendê yên hundirîn, jin, zarok, laboratuar û dermanxane nexweşan pêşwazî dike. Mihemed diyar kir ku ambulansek li kampê heye, da ku rewşên krîtîk veguhêzin nexweşxaneya bajarê Hesekê.

Heyva Sor a Kurd rojane di navbera 150 heya 200 nexweşan pêşwazî dike.

Li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baran bi miqdarên mezin barîn. Di encamê de lehî rabûn û rêjeya ava çem, gol û bendavan bilind bû. Li kampa Erîşa ya ku dikeve ser Bendava Başûr a kantona Hesekê, ava bendavê tevî toreyên kanalîzasyonê bûye. Ew jî xetereya belavbûna nexweşiyan di nav niştecihên kampê de zêde dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din