Metirsiya DAIŞ`ê didome û sibe li Rûsyayê xwepêşandaneke girseyî pêk tê

Bi nûkirina êrîşên li ser Idlibê re, raporeke têkildarî DAIŞ`ê diyar kir ku DAIŞ hêj li Iraq û Sûriyê xurt e û dibe ku bi gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji nû ve zindî bibe. Di heman demê de sibe dê Rûsya rastî gelek dijberiyan were û mezintirîn bertek jî dê li paytext Moskovê be.

Rojnameyên cîhanî îro bal kişand ser geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên li Rûsyayê û metirsiya ji zindîbûna DAIŞ`ê.

Sûrî: Êrîşên nû yên li Idlibê metirsiyê di nava sivîlan de çêdikin

Rojnameya Guardian a Brîtanyayê li ser zimanê rayedarekî navneteweyî ragihand ku êrîşên rejîmê yên li ser Idlibê piştî binpêkirina girêbestê "destê xwe bi xwe di nava agir de ye”. Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku rewş ji ber agahiyên dawîn ên ku behsa nûkirina şerê li herêmên li Idlibê ku hêj di bin serweriya çeteyên de ne, aloz e.

Rojnameyê li ser zimanê rayedarekî navdewletî yê payebilind ragihand ku di rojên dawîn de êrîşên li Idlibê qewimîne, di nava sivîlan de metirsî derxist holê, di vê derbarê de heke hêzên rejîmê êrîş bikin, dê lîstina bi êgir be.

Bi zêdekirina diyalogên navdewletî yên der heqê rewşa Sûriyê de, piştî girêbesteke demkurt, êrîşên dijwar pêk hatin û wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Dominique Rap roja pêncşemê got ji ber rewşa Idlibê ku 3 milyon kes lê dijîn, nerehet e.

Neteweyên Yekbûyî: Dibe ku zêdetirî 100 hezar kes di zindanên rejîmê de bin

Rojnameya Independent a Birîtanyayê weşand ku cîgira sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ya kar û barên siyasî Rosemary DiCarlo tekez kir ku NY der barê serjimara girtiyên li Sûriyê de tu agahiyên tekûz bi dest nexistiye.

Rosemary DiCarlo îşaret bi civîna Meclisa Ewlehiyê ya girêdayî rewşa Sûriyê kir, tevî ku NY nikare lêpirsînê bike, lê rapor destnîşan dikin ku zêdetirî 100 hezar kes an di zindanan de ne yan jî hatine revandin an jî windayî ne, lê ev ne tenê ji aliyê hikumeta Sûriyê ve ye.

DiCarlo diyar kir ku NY û çavdêrên navdewletî nikarin bigihîjin girtîgeh, nexweşxane û deverên binaxkirina wan, di heman demê de çend malbatan, da ku agahiyan der heqê xizmên xwe de wergirin, pereyên zêde dan û dîsa jî bi kêr nehat.

Çeteyên DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê metirsî ne

Rojnameya Times a Brîtanyayê bal kişand ser rapora çavdêrê giştî yê Pentagonê ku ew jî diyar dike ku DAIŞ hêj gef e.

Pantagonê diyar kir ku ji meha Nîsanê heta Hezîranê DAIŞ li Iraqê û Sûriyê kiryarên kuştinên armanckirî, teqîn, teqînên xwekujî dike û dexl û dan dişewitîne, di meha Nîsanê de jî piştî 5 salan, dîmenê yekemîn ê Ebû Bekir El-Bexdadî belav kir û serçeteyê DAIŞ`ê çeteyên xwe li ser berdewama êrîşan teşwîq kirin.

Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê diyar kir ku ji 14 hezarî heta 18 hezar çeteyî hêj li Sûriye û Iraqê ne, lê nakokiyeke mezin der barê hejmarê de heye.

Rapora Wezareta Parastinê ya Amerîkeyê di dema veguhartinên jeopolîtîk ên li Rojhilata Navîn de hatiye anku di dema gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku dê rê li pêşiya zindîkirina DAIŞ`ê veke.

Xwepêşandanên li Moskovê dê rê li pêşiya plansaziyên Rûsyayê veke

Rojnameya Washington Post a Amerîkayê xwepêşandanên li dijî biryara boykotkirina namzetên muxalîf ji hilbijartinên Şaredariya Moskovê weşand, di vê derbarê de xwepêşandanên vê havînê yên li Moskovê balê dikişîne ser dozên herêmî, lê sûdê ji diyalogên ku digihîje hemû Rûsyayê.

Xwepêşandan li dijî kêmkirina heqdestên malnişînan, wêrankirina baxçeyê li Yekaterinburg û li dijî avêtina çopê li herêma Arkhangelsk pêk tên.

Tê payîn ku sibe xwepêşandaneke girseyî li Moskovê pêk bê û li bajarên cuda yên Rûsyayê jî kombûn çêbin, lê berteka beramberî xwepêşandanan girîng e, ji ber ku li ser asta welêt rê li pêşiya planên nû vedikin.

(eh)


Mijarên Din