‘Metirsiya DAIŞ`ê hêj heye’

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşaret bi gefên Tirkiyê yên li ser herêmê û pê re jî zindîkirina şaneyên DAIŞ`ê kir. Şêniyan banga girîngiya yekitiya gel û Hêzên Ewlehiya Hundirîn kir da ku sînorek ji operasyonên li dijî gelê Sûriyê re were danîn.

Şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armancên xwe zêdetir kirine. Ev jî bi gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêk hatine.

Êrîşên çeteyan li herêma Cizîrê zêdetir bûne, herî dawî jî vê sibê li bajarê Qamişlo teqînek pêk hat û endamekî Hêzên Ewlehiya Hundîn şehîd bû û 2 kesên din jî birîndar bûn. Tê zanîn ku beriya hefteyekê li navçeya Tirpespiyê û heman her rojê li bajarê Hesekê jî teqînên wiha pêk hatin.

Di 23`yê Adara derbasbûyî de QSD`ê di milê cografîk de DAIŞ têk bir û niha jî dest bi têkoşîna li dijî şaneyên razayî kiriye.

Nesrîn Ehmed Mûsa ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: “Teqîn û armancên dawîn, îsbata domdariya şaneyên razayî yên çeteyan ên li herêmê ne, ji ber vê yekê divê em li kêleka hêzên ewlehiyê rê li pêşiya vegera DAIŞ’ê bigirin."

Berdevkê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê ku Amerîka serkêşiya wê dike, di 30`ê Tîrmehê de di civîna çapemeniyê de ragihand: "Bi destekdayîna Koalîsyonê zêdetirî 200 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin û piştî di Adara sala derbasbûyî de çete hatin girtin, 3 hezar bond (1.4 ton) ji teqemeniyan desteser kirin."

Samir Abdunasir Abdo ji Dêrika herêma Cizîrê ye û diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi desteka Tirkiyê dîsa zindî dibin û wiha pê de çû: "Armanc û êrîşên li ser herêmên me, nîşaneya çeteyên DAIŞ`ê bi rêya şaneyên razayî, ji nû ve tên zindîkirin û ev jî bi gerfên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê re hatiye ku hewldana armanckirina gelên Sûriyê dikin."

Dema serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 4`ê Tebaxê de behsa vekirina rêya di navbera bajarê Îzmîrê û Stenbolê de kir, gefên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir kirin û tekez kir ku welatê wî dê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagir bike.

Ciwanê bi navê Xalid Osman ê ji bajarê Hesekê jî axivî û îşaret bi metirsiya zindîkirina DAIŞ’ê kir û wiha pê de çû: "Kî behsa bidawîkirina DAIŞ’ê bike, ew şaş e, DAIŞ hewldana vegerê dike û bi van teqînên li herêmê berdewama kiryarên xwe yên terorîstî tekez dike."

QSD`ê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn têkoşîna li dijî şaneyên veşartî berdewam dikin, duh jî li bajarê Dêrazorê 8 çete hatin girtin. Çeteyên hatin girtin, pîsporên çêkirina mayin û teqemeniyan bûn û kargehên wan hatin desteserkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din