Metirsiya DYA’yê der barê tevgera Tirkiyê ya li peravên Qibrisê de

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Morgan Ortagos daxuyand ku DYA der barê niyetên Tirkiyê yên destpêkirina vekolînkirina li herêma Komara Qibrisê ya aborî de bi fikar e.

Roja înê Tirkiyê ragihand ku dê dest bi vekolînkirina gazê heta meha Îlonê li herêma Deryaya Spî bike. Li aliyekî jî hikumeta Qibrisê tekez kir ku ew herêm bi ser herêma aborî ya giravê ve ye.

Sky Newsê li ser zimanê berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Morgan Ortagos raber kir ku ev gaveke şantajkirinê ye û gefên tevlihevkirinê li herêmê dixwe. Her wiha divê hikumeta Tirkiyê xebata vekolînê rawestîne û bang li hemû aliyan dikin ku xwe bigirin.

Li aliyekî din jî nûnera karên derve ya NY’yê Federica Mogherinî diyar kir ku der barê niyeta Tirkiyê ya vekolînkirina gazê de li herêma aborî ya Qibrisê, metirsîdar e.

Her wiha di daxuaniyekê de hate bibîrxistin ku di Adara 2018’an de Meclisa Ewropayê berdewamkirina Tirkiyê ya çalakiyên derqanûnî li rojhilatê Deryaya Spî şermezar kir.

Federica Mogherinî wiha got: "Di vê çarçoveyê de bang li Tirkiyê dikin ku xwe bigire û li beramber mafên hikumeta Qibrisê bi rêzdar be û divê karê derqanûnî bê rawestandin."

Federica Mogherini tekez kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) dê bersiva vê yekê bide û piştevaniya Qibrisê bike.

Di salên dawîn de Qibrisê endamtiya NY’yê ya ji bo vekolînkirina gazê bi kargehên mezin wekî Enî ya Îtalyayê,  Total a Fransayê û Exxon Mobil a DYA’yê re mohr kir.

(fr)


Mijarên Din