Metirsiya Îsraîlê ji gefên Hûsiyan heye

Çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê diyar kir ku der barê gefên Hûsiyan ên derbekirina nuqteyên Îsraîlê de bi fikar in û got êrişên dawîn ên li ser Îranê dê bihêle komên Hûsiyan gefên xwe pêk bînin.

Malpera Îsraîlî ‘McCor Rishon’ ji çavkaniyên ewlehiyê yên Îsraîlê ragihand ku metirsiyên saziya ewlehiyê der heqê pêkanîna Hûsiyan a derbkirina hedefên Îsralê de heye.

Malperê da zanîn ku ji ber ku hêza karîna Hûsiyan xurt bûye û dikarin Îsraîlê bikin armanc, divê bi çavekî biçûk li gefên wan nenêrin.

Malperê destnîşan kir ku piştî teqînên ku di kargehên nukleerê yên li Netanzê de çêbûn, Îran xwe ji bo bersivdayînê amade dike.

Li gorî texmînên çavkaniyan malperê eşkere kir ku piştî peymana leşkerî ya di navbera Sûriye û Îranê de çêbû, Sûriye pergala parastina hewayî û fuzeyên erdhewa yên nû ji cureya Xirdad 3 dan Îranê, hêza karîna Îranê ji bo pêkanîna gefan xurt bû.

Dibe ku Îran bersiva xwe ya leşkerî li dijî Îsraîlê ji hundirê erdê Sûriyê yan jî ji erdê Yemenê de bi rêya Hûsiyan pêk bîne, nuqteya herî nêz ji Yemenê re li Îsraîlê bajarê Îlat ku dibe devera herî metirsîdar ji moşekên Hûsiyan re.

Her wiha çavdêran diyar kir ku senaryoyeke din ku Hûsî keştiyên Îsraîlê yên ku di tengava Bab El-Mendib re diçin, bi moşekên erdhewa an jî bi şandina keştiyên bombebarkirî yên xwekuj ku keştiyên Îsraîlê bike armanc, heye.   


Mijarên Din