Metirsiyên cotkarên Girê Spî di çinîna hilberînên xwe yên nêzî sînor de

Cotkarên kantona Girê Spî yên ku zeviyên wan nêzî sînorên bi Tirkiyê re ne, ji ber hedefgirtina artêşaTirk, ditirsin hilberînin xwe biçinin.

Cotkarên kantona Girê Spî ji ber hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker cotkarên ku di nav zeviyê xwe de kar dikin, ditirsin hilberînên xwe yên havînê yên nêzî sînorên Bakurê Sûriyê bi Tirkiyê re berhev bikin.

Artêşa Tirk a dagirker hemû sivîl û cotkarên ku di nav zeviyên xwe de li nêzî sînor dixebitin, dike hedef.

Di navbera 2018-2019`an de artêşa Tirk a dagirker 28 kes, di nav de jin û zarok, kirine hedef.

Cotkarê bi navê Osman Umer ê ji gundê Til Fender rojavayê Girê Spî got: "Li nêzî sînor zeviyeke min bi rûbara 60 donim heye. Min bi ceh çandiye û niha mewsima çinîna hilberînê ye, lê ji ber hedefgirtina leşkerên Tirk her kesek nêzî zeviyên xwe dibe, ez ditirsim hiberînê biçinim."

Umer tekez dike ku Tirkiye ji salan ve nahêle cotkarên ku zeviyên wan nêzî sînor in, hilberînên xwe biçinin.

Umer destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker beriya demekê xizmekî wî dike hedef û bi giranî birînda dibe.

Osman Umer bang li rêxistinên mafên mirovan û NY`î kir ku binpêkirinên Tirkiyê bi dawî bikin û zextê lê bike da ku ji dewletên cîran û mafên mirovan re rêzdar be.

Di 1`ê Mijdara sala borî de artêşa Tirk a dagirker zaroka bi navê Sara Rifet El-Mistefa ya 8 salî dema ji dibistanê vedigerî mala xwe li gundê Til Fender bi sekvanî dike hedef.

Girêdayî mijarê jina bi navê Emîne Mistefa ya ji şêniyên gundên Girê Spî yên sînor got: "Berê hemû endamên malbata min diçûn nav zeviyan û dixebitîn ji ber ku ew jêdera qûta me ye. Lê di van salên dawîn de di encama hedefgirtina leşkerên Tirk de cotkaran em mîna berê nikarin biçin nav zeviyên xwe."

Emîne wiha domand: "Ji gelek salan ve me zeviya xwe neçandiye û ji ber tirsa hedefgirtina leşkeran em nikarin biçin nav. Em bang li hikumeta Tirk dikin ku ji mafê cîrantiyê re rêzdar be û dest ji kiryarên xwe li dijî herêmên me berde."

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di radeya yekemîn de ji bo peydakirina debara xwe di çandiniyê de dixebitin. Lê bi tehdîdkirina çandiniyê di nav zeviyên nêzî sînor de, xwediyên wan zeviyan girîngtirîn jêdera qûta xwe winda dikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din