Mewsima çandiniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemdar e

Li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê mewsimê çandiniyê yê îsal berhemdar e, beriya çend rojan cotkaran dest bi berhevkirinê kirine.  Lê nirxên kirîna genim û ceh ku rêveberiyê diyar kirin ji aliyê gelek kesan ve nayê pejirandin.

Mewsima çandiniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çend salên dawî de bê berket bû û cihê aciziya gelek cotkaran bû.  Lê îsal bi barana pir gelek kes wekî sala xêr û berketê dibînin. Li herêma Cizîrê ev çend roj in çinîna zevî destpê kiriye. Ji cotkar, heta saziyên têkildarî çandiniyê û xwediyên patozan di nava tevgerê de ne.

Li Sûriyê genim di asta herî jor de tê çandin, ji nêvî zêdetir zevî bi genim tê çandin ev yek jî rêgeza xwetêrkirinê li herêmên Sûriyê di dirêjahiya salê de pêk tîne.

Barana ku îsal bi giranî bariye bandor li piraniya herêmên Sûriyê kir. Mewsima çandiniya ya îsal bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî şêniyan geş kir mîna salên 1982, 1988 û 2001`yan, ruxmî ku nexweşiya zingar di nav qadên berfireh de yên zeviyan belav bûye.

Cotkar bi hilberîna baş geşbîn in

Cotkarê bi navê Ebdullqadir Ebdo ji cotkarên gundê Berx Botan li Bakurê Sûriyê yê girêdayî herêma Firatê ye li nêzî zeviya xwe ya ku bi ceh çandiniye disekine û miqdarên ceh ku têne çinîn dişopîne.

Ebdo dibêje hilberîna îsal ji sala derbasbûyî bi gelek caran baştir e. Di sala borî de gelek zirar bi cotkara hat û mewsim ne baş bû.

Îsal her hiktarek ceh 20 heya 40 turik wekî berhem derdixîne. Ev hilberîn li gorî sala borî gelek bilind e. Di sala borî de hilberîna her hikaterekê 2 yan jî 4 turik bûn û li hin herêman hilberîn gihaşt 10 turikan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demek berê de nirxê kirîna her kîloyek gemin ji cotkaran bi 150 lîreyên Sûriyê û 100 lîreyên Sûriyê ji ceh re diyar kiribû. Her wiha 200 milyon dolar ji bo kirîna her du hilberînan veqetandibû.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş beriya çend rojan diyar kir ku nirxa kirînê piştî nirxandin û lêkolînên berfireh hate dayîn. El-Mihbaş tekez kir ku di mewsima bê de her tişt dê bi awayekî erênî bandor li cotkaran bike û Rêveberî dê ji wan re semad, tov û pêdiviyên din ên çandiniyê peyda bike.

Tê texmînkirin ku miqdara hilberîna ya Herêma Cizîrê bi tenê zêdetirî ji sedî 30 ji miqdara hilberînê ya piraniya parêzgehên Sûriyê be. Her wiha zeviyên herêma Firatê jî rêjeyek mezin e li gorî herêmên din ên Sûriyê ye.

Tevî wê jî li nêzî sînorên kantonê bi Tirkiyê re artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn bi guleyên sojer zeviyên çandiniyê dike hedef. Li gundê Qeran agir bi beşên ji zeviyan ket û şewat rû da. Her wiha dîmenên ji gundên bakurê Reqayê jî şewitandina bi hezaran hiktaran ji zeviyên genim xuya kirin, bêyî ku sedemên şewatê bê zanîn.

Hîna çend hefte li pêşiya cotkaran e heya ku mewsima çinînê bi dawî bibe, piraniya zeviyên ku hatine çandine hîna nehatine çinîn.

Piştî çend rojan cotkar dê hilberîna genim biçine

Mewsima çinîna genim hîna destpê nekiriye. Her sal genim piştî çinîna mewsima ceh bi du hefteyan tê çinîn. Hilberîna genim piştî ya ceh tê çandin û çinîn jî wisa ye.

Li bendê ye ku çinîna hilberîna genim piştî hefteyekê destpê bike. Cotkar jî hêvî dikin ku hilberîna genim mîna ya ceh berhemdar be. Lê nexweşiya zinger a ku di nav hilberîna genim de belav bûye, dibe ku hêviyên cotkaran bişkîne. Tê texmînkirin ku hilberîna genim ji ber nexweşiyê paşde biçe bi rêjeyekê ku dibe bighêje ji sedî 50.

Nexweşiya zinger di nav hilberîna genim de belav dibe û dibe sedema hişkbûna hilberînê beriya wexta wê û libên wê negihêjin(nekemilin). Ev nexweşî di nav hilberîna genim de ji ber şilbûna zêde ya ku di encama baran ku îsal bariye.

Xebatek zehmet li benda xwediyên patozan e

Di encama barana ku îsal bariye de, tevahiya rûberên çandiniyê bi hilberînên genim û ceh di radeya yekemîn de û nîsk, kemûn û gelek hilberînên din hatine çandin.

Ev jî erka xwediyên patozan îsal zehmet dike. Bi destpêkirina yekemîn rojên çinînê re, tevgera patozan ji zeviyekê ber bi zeviya din bala mirov dikşîne bi lez beyî ku raweste.

Tevî ku herêm wekî hemêzkera patozan tê naskirin jî ji ber ku herêm di radeya yekemîn de zeviyên çandiniyê ye, lê cotkar dibînin ku ew bi hewcedariya hejmarek mezintir ji patozan e û ew nikarin hilberînên xwe di dema wê de biçinin.

Xwediyên patozan ji komîteyên çandiniyê û sotemenî mazot digirin. Lê hin xwediyên patozan ji ber miqdarên kêm ku hatine diyarkirin û derengmayîna belavkirina sotemenî bi gilî û gazinc in.

Patoz dema çinînê miqdarên mezin ji mazotê xerc dikin, ji ber wê ji aliyên têkildar tê xwestin ku miqdarên mezin ji sotemenî peyda bikin.

Bi destpêka mewsima çinînê re her patozek 3 hezar lître mazot wek beşek destpêkê wergirt, belavkirin hê jî berdewam e heya pêwîstiyên patozan ji mazotê bi cih were.

(şx)

ANHA


Mijarên Din