Mexso: Derfet heye ku yekîtiya netewî pêk were

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ebûd Meqso got: “Li herçar parçeyên Kurdistanê pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye. Niha derfet heye ku yekîtiya netewî pê were.”

Gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê bi hêvî ye ku civînên di navbera hêz û tevgerên civakî û siyasî yên Kurd ku ji bo avakirina yekîtiya Kurd tên çêkirin de encamên êrînî derbikevin.  

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ebûd Meqso di derbarê mijarê de bi ANHA’yê re axivî. Meqso di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Pêvajoya ku Rojava têre derbas dibe, piştî însyatîfa Fermandarê Gişî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî û bangewaziyên gelê Kurd, pêwîstî bi avakirina yekîtiya Kurd heye. Divê ev gav paşê neyê avêtin, divê partiyên siyasî yekîtiya kurdî ava bikin. Ji ber ku neçar in vê yekê pêk bînin. Ev tişt hem ji ENKS, hem ji PYD‘ê û hem ji partiyên din ên siyasî re tê xwestin."

Meqso wiha dirêjî da axaftina xwe: “Partiyên ku ji yekîtiya netewî direvin dûrî welatparêziyê û giyanê şoreşgerî ne. Her wiha tam ji netewbûna xwe dûr in. Du rê hene: Ya rekem teslîmiyet e, ev jî dikeve xizmeta dijminan. Ya duduyan jî rêya berxwedanê ye, ku ev rê rêya hebûnê ye."

Ebûd Meqso destnîşan kir ku gelê Kurd bi saya keda zarokên xwe destkeftî qezenc kirin, divê ev destkeftî bi rêya yekîtiyê werin parastin. Meqso  got: "Êdî gelê Kurd rewşa heyî ya belavbûna partiyên siyasî qebûl nake. Lewra divê hemû çînên civakî zextê li partiyên kurdî bikin da ku bibin yek."

Ebûd Meqso da zanîn ku li herçar parçeyên Kurdistanê pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye û wiha pêde çû: “Rêberên Kurd hene ku di vî alî de roleke mezin lîstin, bi taybet li Başûrê Kurdistanê. Divê Mesûd Barzanî bi rola xwe rabe, ji ber ku dîrok her tiştî qeyd dike û ENKS jî girêdayî wî ye."

Meqso her wiha diyar kir ku gelê Kurd bi hêzên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê jî dikarin roleke girîng di avakirina yekîtiya kurdî de bilîzin.

Meqso got: “Partî û hêzên ku ji yekîtiya netewî direvin wê tune bibin û di civaka Kurd de bişewitin. Ji wan tê xwestin ku lihevkirinê pêk bînin ku li gorî nêrîn û daxwazên civakê bin. Gelê Kurd dost û dijminê xwe ji hev dernedixist. Rêber Abdullah Ocalan rastiya her tiştî eşkere kir, rastiya dijmin û rastiya hevaltî. Rêbertî her wiha behsa eqilê kurdî kir, banga girîngiya yekkirina eqilê kurdî. Heman demê de ev aqil dê çawa bikeve xizmeta gelê Kurd û doza kurdî. Rêbertî bang kir ku divê ev aqil nekeve xizmeta dijmin."

Meqso destnîşan kir ku Rêber Ocalan bi ramanê xwe rêya gel ronî kir, rastiya dijmin eşkere ki Meqso axaftina xwe wiha domand: “Armanca tecrîda girankirî ya ku desthilatdariya Tirk li ser Rêber Ocalan ferz kiriye, astengkirina têkoşîna gelê Kurd e. Ji  ber tecrîd mîna dîlgirtina azadî, demokrasî û aştiyê ye.”

Ebûd Meqso  bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker dewleteke dijmin e, planên wî  li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Zînî Wertê, Hewlêr an jî Silêmanî didomîne û hovîtiya xwe ya li dijî gelê Kurd nesekinandiye. Her wiha got, ji ber vê divê gelê Kurd rastiya dewleta Tirk nas bike.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Meqso di dawiya axaftina xwe de got: "Şerê Kurdî-Kurdî xeta sor e. Çawa rêberên Kurdan Abdullah Ocalan, Mesûd Barzanî û nemir Celal Telebanî bang li hêzên Kurd kirin ku ji planên dijmin hişyar bin û nebin sedema rijandina xwîna kurdekî bi destekî kurdekî. Divê pirsgirêk bi diyalog û xurtkirina têkiliyan çareser bibin."

ANHA


Mijarên Din