Mezintirîn projeya Şaredariya Gel li ber dawî bûnê ye

Şaredariya Gel a Minbicê dixebite da ku geraceke basan (bolman) li taxa El-Hezawinê vebike û aliyê veguhestinê li bajêr pêş bixe.

Şaredariya Gel a bajarê Minbicê bi hemû keda xwe dixebite da ku xizmeta bajêr bike û hemû pêwîstiyên gel peyda bike.

Piştî mehekê ji plana kar geraca nû ya li taxa Hezawinê amade ye. Avakirina geracê li taxa Hezawinê dê tirafîka li bajêr kêmtir bike. Her wiha taxa Hezawinê nêzî rêya navnetewî di navbera Heleb û Hesekê de ye.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarê Minbicê û gundewarên wê Qasim El-Ebûd got ku ketin û derketina geraca nû li kolana fireh e, li nêzî geraca parka giştî ye û cihê rehetiyê li wir heye.

Qasim wiha got: "Bi rêya vê projeyê, Şaredariya Gel hewl dide hevsengiyekê di navbera hemû kolanên bajarê Minbicê de çêbike, bêyî ku tu bazirganî çêbibin."

Qasim teqez kir ku ev gerac mezintirîn projeyên ku Şaredariya Gel li ser dixebite û dê xeteke veguhestina hundirîn a di navbera taxa Hezawine li navenda bajêr, ava bike.

Nirxê çêkirina geracê bi 58 milyon leyreyên Sûrî ye, ji 40 dikanan pêk tê. Ji wan 30 dikan ên buroyên şerketên veguhestina taybet li derve û hundirê Sûriyê ye. Yê din jî buroyên rêveberiyê, mizgeft, avahiyên nobedariyê û cihên giştî ne.

(jo)

ANHA


Mijarên Din