Mezlûm Ebdî banga xwedîderketina li biryarên kadroyên tenduristiyê kir

Mezlûm Ebdî got: "Kadroyên tenduristiyê fermandarên me ne, divê em xwedî li biryarên wan derkevin û nehêlin vîrûs li herêmên me belav bibe."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî derbarê xeteriya belavbûna vîrûsa koronayê peyamek bi dîmen li ser hesabê xwe yê Twîtterê weşand.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe de ev bang kir:

"Weke ku em hemû ji nêz ve dişopînin vîrûsa koronayê li tevahiya cîhanê û li derdora me jî belav dibe. Rast e heta niha haletên vê nexweşiyê bi şêwazekî  fermî li herêma me nehatibe lê xeteriya wî pir mezin e. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser teddîrê girtine.

Pêwîste em hemû xwedî li teddîrên ku yên Rêveberiya Xweser girtine derkevin û piştgiriya wê bikin. Ji ber ku derfetên herêma me kêm in, teddîra herî mezin xweparastina ji vîrûsê ye.

Parastina bajar têrê nake divê em malbata xwe, derdora xwe, dost û hevalên xwe jî ji vîrûsê biparêzin, lewma divê em biryarên hatine girtin yek bi yek bi cih bînin.

Em dibêjin, di vê pêvajoya hesas û krîtîk de kedkarên tendurustiyê hemû fermandarên me ne. Em têkoşîna wan silav dikin. Em bang li gelê xwe dikin ku ji kedkarên tenduristiyê re bibe alîkar û nehêle vîrûs li herêma me belav bibe."

ANHA


Mijarên Din