Mezlûm Ebdî: Divê Rûsya û DYA‘yê sozên xwe bi cih bînin

Mezlûm Ebdî bang li Koalîsyona Navnetewî, DYA û Rûsyayê kir ku sozên xwe bi cih bînin û nehêlin demografya herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve werin guhertin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê tiwîtterê got: "Divê Koalîsyona Navnetewî, DYA û Rûsyayê sozên xwe bi cih bînin û nehêlin demografya herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve werin guhertin, divê peymana bi navbeykariya birêz Pines û biêrz Pompeo pêk bînin. Her wiha divê were piştrastkirin ku kesên vegerin ser xaka xwe neyên binpêkirin û revandin."

ANHA


Mijarên Din