Mezlûm Ebdî ji bo erdheja Îzmîrê peyamek weşand

Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, bi boneya erdheja bi tundiya 6,9 ya li Îzmîrê peyamek weşand û tê de got: “Ez hêvîdar im, gelên Tirkiyeyê bi hevgirtin û hevkariyê van rojên giran bêyî ziyaneke mezin li pey xwe bihêlin.”

Îro saet 14.51’ê li navçeya Seferhîsar a Îzmîra Tirkiyeyê bi tundiya 6,9 erd hejiya. Di erdhejê de gelek kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn, her weha gelek kes di bin kavil û xirbeyan de mane, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Afat û Hawaran (AFAD), îro saet 14.51’ê li deryaya Egeyê de erdhejek bi tundiya 6,9 û 17 kîlometir di bin erdê de pêk hatiye û heta niha yek jê di avê de xeniqî, 12 kes mirine û 475 kes jî birîndar bûne. Ev agahî ji aliyê AFAD’a Tirkiyeyê ve hatine piştrastkirin lê tê texmînkirin di bin xirbeyan de gelek kesên din hebin. Lêgerîn û rizgarkirin dewam dike.  

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi boneya erdhejê, li ser malpera xwe ya civakî peyamek weşand û xemgîniya xwe anî ziman. Ebdî di peyama xwe de cih da van gotinan:

“Em ser navê gelê xwe ji bo kesên di erdheja Îzmîrê de mirine ji Xweda dilovaniyê dixwazin, ji bo birîndaran jî hêviya silametî û başbûnê dikin. Em bawer dikin ku gelên Tirkiyeyê bi hevgirtin û hevkariyê dê serederiyê bi van rojên teng û tarî bikin.”

(od)

ANHA


Mijarên Din