Mezlûm Ebdî: Li pêşiya me pêvajoyeke nû heye

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî di Kongreya Yekemîna Gaziyên Şer de axivî û îşaret bi rola pêşeng a birîndarên şer di pêvajoya parastin, avakirin û bi taybet di jinûvesazkirina QSD`ê de kir. Ebdî diyar kir ku dê QSD’ê ji nû ve saz bikin.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî axaftina destpêkê ya Kongreya Yekemîn a Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li bajarokê Rimêlan tê lidarxistin.

Ebdî di destpêkê de bixêrhatina beşdaran kir û hemû birîndarên şer silav kir û îşaret bi lehengiya ku di pêvajoyên rizgarkirinê de lîstin, kir.

Ebdî wiha got: "Weke hûn dizanin, piştî dawîbûna DAIŞ`ê em li pêşiya pêvajoyeke nû ne, li ser me hemûyan berpirsyarî û erk hene, di nav de rêxistinkirina refên xwe û parastina sînorê herêmên xwe heta ku em bigihêjin çareseriyeke siyasî ji aloziyê li Sûriyê."

Ebdî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştî rizgarkirinê divê çareseriyeke siyasî di van pêvajoyên nû re hebe, divê em nebêjin şer bidawî bû, ji ber hêzên din dê hewl bide herêmên me xerab bikin û ewlehiya têk bibin. Şerê dijî DAIŞ`ê bidawî bû û niha parastina herêmên me erka sereke ye, em wek hêza leşkerî dê tekoşîna me hîna zêdetirî mezin bibe û erkên me dijî êrîş û planan zêdetir bibe.”

‘Em amade ne diyalogê bi hemû aliyan re bikin’

Mezlûm Ebdî got şêniyên herêmê di salên rizgarkirinê de, lehengiyên mezin di rêya rizgarkirina herêmên xwe de raber kirin û wiha dewam kir: "Em şerê li herêmên xwe naxwazin, em bi rêya diyalogê dûrî şer dixwazin dozan çareser bikin, em ji çareseriya siyasî bi hemû aliyan re çi rejîma Sûriyê dibe, an Tirkiyê an jî aliyekî din re amade ne, rêya çareseriyê diyalog e.”

Ebdî îşaret bi lehengiya şervanên birîndar di şerên rizgarkirinê de kir û wiha got: "Di vî şerî de, 24 hezar şervan birîndar bû, hevalên birîndarbûn neketin, ew careke din bi lehengî rabûn. Felsefe û ramanên me ji hemû pirsgirêkên cesedî mezintir e, wan hevalan canê xwe dan û bedelekî mezin ji şoreşê re dan, em ê jî bi erk û berpirsyariyên xwe li hember wan pêk bînin."

‘Em amadekariya jinûvesazkirina QSD’ê dikin’

Mezlûm Ebdî di nav axaftinên xwe de, destnîşan kir ku QSD amadekariya jinûvesazkirina hêzên xwe dike. Ebdî li ser rola sereke ya birîndarên şer di vê pêvajoyê de axivî û got: "Biryara me ku em ji nû ve QSD`ê saz bikin. Ev projeyeke mezin e, ji bo ku QSD`ê bikare rola xwe di aloziya Sûriyê de bilîze. Ji ber vê yekê em li pêşiya kar û projeyên mezin in, ew ê bi rêya meclisên leşkerî li herêman pêk were. Li pêşiya me konferanseke berfireh a QSD`ê heye, ev pêvajo girîng e, dê roleke aktîf a hevalên birîndar hebe, divê ew beşdarî hemû saziyên QSD`ê bibin, astengdariya cesedî nabe asteng, her kes dikare rola pêşeng di vê projeyê de bilîze.”

Ebdî wiha dewam kir: “Em hêvî dikin ev kongre bi biryarên girîng di xurtkirina rola pêşeng a birîndarên şer di pêvajoya avakirina QSD` ê de bilîze, divê ew baweriyê bi xwe bikin, wekî çawa di pêvajoyên şer û rizgarkirinê de jêhatî bûn, ew ê heman rolê di pêvajoya lêkirin, parastin û pêvajoya avakirina artêşa niştîmanî de bilîzin.”

`Rêber Ocalan dê roleke mezin di çareseriya aloziya Sûriyê de bilîze`

Her wiha Mezlûm Ebdî da zanîn ku roleke mezin a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya ku ew gihîştinê de heye, çi di şoreşa Rojava de û çi jî di şerê wan ê li dijî DAIŞ`ê de û wiha got: "Bi fikr û felsefeya rêber Ocalan, me îdeolojiya DAIŞ`ê ya terorîst û faşîst têk bir, ji ber vê yekê em bawer in ku dê roleke mezin a rêber Ocalan di çareseriya aloziya Sûriyê de hebe. Ocalan di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re got ew dikare rola xwe di çareseriya aloziya Sûriyê de bilîze, em bi wê yekê bawer in."

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku kongre bi serkeftî bi dawî bibe.

(jo)

ANHA


Mijarên Din