Mezlûm Ebdî: Mekanîzmaya ewlehiya sînor ji bo berjewendiya gelê Sûriyê ye

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bal kişand ku pêngavên girêdayî herêma sînor di çarçoveya pêkanîna hêzên wan a lihevkirina li ser mekanîzmaya ewlehiya sînor de ne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di Komxebat Xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî. Komxebat bi beşdarbûna zêdeyî 100 xwendekarî li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo didome.

Mezlûm Ebdî wiha daxuyand: "Di oxira parastina herêmê de, me gelek qurbanî dan. Her wiha me gelek pênav ji bo çareseriya aloziya Sûriyê avêtin da ku bigihîjin formeke hevpar bi tevahî aliyan re çi Tirkiyê û çi jî rejîma Sûriyê dibe. Armanca ji vê yekê parastina destkeftiyên ku pêk hatine ye. Pêngavên ku me avêtine, pêngavên bingehîn ên çareseriya nakokî û aloziya Sûriyê ne."

Ebdî wiha domand: "Di demên dawî de li herêmê lihevkirin di navbera DYA, Tirkiyê û QSD’ê der barê mijara sînorê Tirkiyê de pêk hat. Armanca ji vê pêngavê parastina destkeftiyan e, her wiha da ku bigihîjin lihevkirinan ku aloziya Sûriyê û gefên li ser herêmê, çareser bikin. Ji lew re pêwîst bû ku piştgiriya van pêngavan ên bi hedefên çareserkirina pirsgirêkên asteng dikin, pêk bînin. Her wiha jî em bawer in ku dikeve berjewendiya gelê Sûriyê. Ev lihevkirin pêk tê û hê jî berdewam e."

Ebdî bal kişand ser ku divê li pêşeroja herêmê bê nêrîn û wiha axivî: "Li ser wê bingehê divê destpêkê gel, civak, şoreş û destkeftiyên mezin li hember dijminatiyê bên parastin. Ji aliyekî din ve jî divê saziyên xwe li gor saziyên pêşeroja Sûriyê û li ser bingeha Sûriyeke piralî ya demokratîk, ava bikin. Peywerin ku hatine bibîrxistinî dikeve li ser milê xwendekar û mamosteyan. Ji ber ku ew aliyên girîng di pêşengtiya vê merheleyê de ne. Her wiha divê ev çîn roleke sereke di saziyên pêşeroja Sûriyê de bilîzin. Ji be ku ev qonax ji pir deman girîngtir pêdiviya xwe bi vê çînê heye. Li rexê ev çîn di encama şerên leşkerî, guhartina rêça şoreşa Sûriyê û berêdana ber bi leşkertiyê ve, hat paşguhkirin."

Girêdayî mijarê Ebdî bang li xwendekar, mamoste û ciwanan kir ku beşdarî saziyên Rêveberiya Xweser kir: "Bang li tevahî çîneyên civakê, bi taybet xwendekar û mamosteyan dikin ku cihê xwe di saziyên pêşeroja Sûriyê de û ya girîng jî di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bigirin, her wiha çi saziyên leşkerî yan rêxistinî û çi siyasî û xizmetguzarî dibe tê de beşdar bin. Li aliyekî dîtir jî bang wan dikin ku pêşengtiya van saziyan bikin û roleke aktîv tê de bilîzin."

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî der barê erkên xwendekaran ên di vê qonaxa niha de wiha anî ziman: "Divê Xwendekar asat perwerdê bilind bikin, zanistê wergirin û refên xwe di saziyan de bi rêxistin bikin da ku pêwîstiyên civaka ku 11 hezar şehîd û 24 birîndar dane, pêk bînin. Ji ber ku ev qonax, qonaxeke dîrokî ye. Ji lew re divê xwendekar berpirsiyariyên xwe li hember civakê bimeşînin, bizanin çi dikeve ser milê wan û ji komxebatê re serkeftinê dixwazin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din