Mezlûm Ebdî: Ne pêkan e ku rewşa li Sûriyê vegere beriya sala 2011`an

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî piştrast kir ku rewşa li Sûriyê ne pêkan e vegere beriya 2011’an û êdî projeya Rêveberiya Xweser rastiyek e. Ebdî îşaret pê kir ku dan û standinên derve yên der barê Sûriyê de, lihevkirinên dewletên bi navê Sûriyê ne û encamên wê li Idlibê eşkere dibin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji El-Erebiye Net re der barê pêşdeçûnên li Sûriyê de wiha got: "Texmîn nakim ku welat vegere beriya 2011’an û di vê çarçoveyê de rola mezin û aktîf a Kurdan û pêkhateyên Sûriyê yên dîtir heye."

 ‘RÊVEBERIYA XWESER RASTIYEK E’

Têkildarî dan û standinên di navbera QSDê û rejîmê de Ebdî wiha diyar kir: "Maf li gorî qurbanî û helwestan tên dayîn, tiştê ku pêkhateyên gelê me daye, ne kêmî gelê dîtir e ku parastina welatê xwe kiriye. Ji lew re daxwaze me mafên rewa ne û nûnertiya wê jî Rêveberiya Xweser a Demokratîk e."

Ebdî wiha pê de çû: "Metoda leşkerî ne pêkan e ku bi xwe re çareseriyan pêk bîne, nîşaneya vê jî salên dawîn in. Ji lew re em hêvî dikin ku ferizkirina çareseriyên leşkerî tune bin."

Mezlûm Ebdî got: "Rêveberiya Xweser êdî projeyeke rasteqînî ye ku nayê têkbirin û bêyî wê ne pêkan e ku çareserî li Sûriyê pêk bê."

Ebdî wiha domand: "Pêwîstî di pêkanîna çareserkirina azarên Sûriyê heye, bi rêya xebata li ser guhartina demokrasiyê li welat li gorî bergiriyên ku ne gef û ne jî xetereyê li ser Sûriyê yan jî gelê wê pêk bîne."

Têkildarî civînên ku li derve der barê aloziya Sûriyê de li dar dikevin Ebdî wiha destnîşan kir: "Tevahî hewldanên çareseriya rewşa Sûriyê û dan û standinên di dirêjahiya salên borî de di tunebûna nûnerên ji Rêveberiya Xweser de li dar ketine, tu encamên ku pêdiviyên sûriyan dabîn bikin, jê dernektin. Ew dan û standin mîna lihevkirinên dewletên bi navê sûriyan li Idlibê bi encam dibin."

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî wiha bi dawî kir: "Em bi awayekî pratîkî diaxivin û bo nimûne, komîteya destûrê bi biryara navneteweyî ya 2254’an re nakok e û nûnertiya sûriyan nake û ev jî çewtiyek e. Divê tevahî bêyî cudahî beşdar bibin. Wê demê divê bê gotin çareseriya sûrî, destûra sûrî û dan û standina sûrî ye."

(fr)


Mijarên Din