Mezlûm Ebdî: Êrişa li dijî Şengalî hedefgirtina lehengên tekoşîna dijî DAIŞ‘ê ye

Mezlûm Ebdî, derbarê şehadeta  fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî de got: "Rola wî di tunekirina DAIŞ û parastina Êzidiyan dewleta Tirk sor kir".

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî derbarê şehadeta  fermandarê YBŞ'ê Zerdeşt Şengalî de ku tevî sê şervanên din di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li gundê Dugirê yê bajarokê Sinûnê yê Şengalê şehîd bû posteke li ser hesabê xwe yê tiwîtterê weşand.

Ebdî got: " Me pêşengekî şerê DAIŞ Zerdeşt Şengalî winda kir. Rola wî di tunekirina DAIŞ û parastina Êzidiyan dewleta Tirk sor kir.

Êrişa dijî Şengalî hedefgirtina lehengên tekoşîna dijî DAIŞ û dewama fermanên jenosîda Êzîdiyan e.

Em ji civaka Êzîdî,YBŞ û malbata Şengalî re sersaxiyê dixwazin."

ANHA



 


Mijarên Din