Di roja dawîn a mîhrîcanê de, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqa, endamên saziyên sivîl, leşkerî û bi dehan şênî beşdar bûn.
Pêşangeha berhemên zarokan ji aliyê zarokê bi navê Mihemed El-Nasir ve hate vekirin.
Li rex pêşangehê, Koma Zarokên Firatê, Rewda El-Emel a Tebqayê berhemên hunerî û stranên têkildarî kultura herêmê pêşkêş kirin.
Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê Roşîn Mihemed axivî û xebatên Komîteya Amadekar a mîhrîcanê silav kir û got: “Komîte dê hewl bide zarokan fêr bikin û destekê bidin behreyên wan.”
Roşîn Mihemed anî ziman ku Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê, kevneşopî û kultura herêmê rave kir û hewl dide behreyên zarokan bi pêş bixe ku ji ber şerên li herêmê gelek azar kişandin.
Di dawiya mîhrîcanê de, Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê zarokên beşdarî mîhrîcanê bûne, xelat kirin.
Hêjeyî bi bîr xistinê ye ku Mîhrîcana Aştî ji bo Zaroktiyê 4 rojan berdewam kir û îro bi dawî bû.
(şx)
ANHA