Mîhrîcana Çand û Hunerê ya 7`emîn li Qamişloyê dest pê kir

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) îro li Qamişloyê dest bi Mîhrîcana Çand û Hunerê ya 7`emîn kir û dê 8 rojan dewam bike.

Hunermend, helbestvan, rewşenbîr, nivîskar, endamên saziyên sivîl û desteyên Rêveberiya Xweser beşdarî mîhrîcana bûn ku li navenda HRRK`ê hate lidarxistin.

Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê serokê HRRK’ê Welîd Bekir axivî û mîhrîcan li tevahiya rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û hêvî kir ku mîhrîcan li herêm û bajarên din jî li dar bikeve, nexasim li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine.

Her wiha bi navê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Ednan Îbrahîm axivî û bal kişand ser rola têkoşeran di parastina xakê de û got ku ev yek ji helbestvan, hunermend û wêjevanan re jî derbasdar e, ji ber ku dikarin bi qelema xwe û berhemên xwe li dijî hemû awayên dagirkerî û bindestiyê bisekinin.

Li mîhrîcanê tabloyên ku bi qelema qurşînî û rengên zeytî hatine xêzkirin û rastiya kelepora kurdî nîşan didin, hatin nîşandan, li gel vê yekê şanoyek bi nave "Nizanim çi bêjim" û Koma Çiyayê Kurmênc û Koma Serêkaniyê çend stran gotin. Hesen Remo û Xazî Sadûn şano pêşandin.

Mîhrîcan dê 8 rojan berdewam bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din