Mîhrîcanê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê ya Bakurê Sûriyê dest pê kir û tê de 12 komên hunerî yên dîlanên gelêrî ji gelek bajarên herêma Firatê beşdar bûn.
Mîhrîcanê bi dirûşma "Dê em pev re çanda xwe ya resen biparêzin" dest pê kir. Van koman hunerên xwe di pîrozbahiyên Newrozê de jî pêşkêş kiribûn.
Her wiha hejmarek wênesaz jî tevî wêneyn xwe yên ku cara yekemîn li ser rewşa gelên Sûriyê tên pêşandan, beşdarî mîhrîcanê bûne.
Endamên Dibistana Çand û Hunerê ya Herêma Firatê pêşandaneke orkestraye li dar xist. Her wiha komên hunerî yên erebî, tirkmenî, kurdî û çeçenî ji bo hunerên xwe li ser dikê pêşkêş bikin, xwe amade dikin.
Dê mîhrîcan heta êvarê bidome.
(fr)
ANHA