Mîhrîcana duyemîn a çalakiyên dibistanan li dar ket

Rêveberiyên dibistanên li herêma Dêrikê, navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê bi slogana "Em ê bi zimanê xwe fêr bibin û bi çanda xwe bijîn" mîhrîcana duyemîn a çalakiyên dibistanan li dar xist.

Komîteya Çalakiyan a girêdayî rêveberiyên dibistanên li herêma Dêrik, navçeyên Girkê Legê û Til Koçerê mîhrîcana  duyemîn a bi navê Mihrîcana Şehîd Egîd Cîlo li dar xist. Mîhrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê bi beşdariya bi sedan şêniyên Girgê Legê, Dêrik, Til Koçerê, mamoste û xwendekarên dibistanan hate lidarxistin. 

Komên hunerî yên girêdayî dibistanan di şahiyê de stran, dîlanên gelêrî û şanoyek pêşkêş kirin.

Di dawiyê de jî komên ku beşdarî mîhrîcanê bûbûn, hatin xelatkirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din