Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinê bi dawî bû

Duyemîn Mîhrîcana Huner û Wêjeya Jinan li Minbicê bi çalakiyên nû bi dawî bû.

Bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Minbicê Mîhrîcana Duyemîn a Huner û Wêjeya Jinan bi dawî bûn. Mîhrîcan duh bi dirûşmeya "Huner û çanda jinê navnîşana şarestaniyê ye" li avahiya çand û hunerê ya rojhilatê bajarê Minbicê destpê kiribû.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan sinevîzyonek li ser xebatên malên jinan hate pêşandan. Piştre helbest û çîrok li ser zarokatiyê hatin pêkêşkirin.

Koma Duret El-Furat a stranên gelerî yên herêma Firatê gotin, Koma Şano ya Reqayê şanoyek li ser azarê gelê Sûriyê di aloziyê de pêşkêş kir.

Koma Emel a govenên folklorî ya ji bajarê Tebqayê hat berhemên xwe pêşkêş kirin.

Koma Komeleya Çerkes dîlanên ji çanda çerkesan pêkêş kir, Koma Şehîd Xabûr a ji gundê Belek ê Kobanê hatiye şanoyek komîk bi navê "Mala Min" pêşanda.

Her wiha koma Amara stranên gelekî yên Erebî, Kurdî û Turkmenî gotin.

Di mîhrîcanê de pêşangehek wêne, kardestî û berhemên entîk ên pêkhateyên bajarê Minbicê hate vekirin.

Di dawiya mîhrîcanê de komên beşdarî mîhrîcanê bibûn, ji aliyê komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê ve hatin xelatkirin.

ANHA

 


Mijarên Din