Mîhrîcana şanoyê peyama ‘Welat , bê welatparêzan ava nabe‘ da

Di roja 6‘emîn a Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol a 4‘emîn de peyama "Welat bê welatparêzan ava nabe" hata dayîn.

4‘emîn Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol di roja xwe ya 6‘emîn de li ser dika şanoyê ya Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo didome. Îro komeke girêdayî bajarokê Rimêlan ku ji 10 lîstikvanan pêk hat, şanoya bi navê "Gurî" pêşkêş kir. Şano ji aliyê şehîd Hêvî ve hatibû nivîsandin û ji aliyê Xelîl Tehlo ve hatiye derhênerkirin.

Şanoya Gurî balê dikşîne ser kesayetek Kurdî welatparêz, ku li hemberî wê her cûre zulm tê meşandin. Gurî kesekî xizan e, ji bermahiyên xwarina şêniyên gund dixwe û li ber dîwaran radizê û xelk jê nefretê dikin, lê dîsa dev ji welatparêziya xwe bernade, qebûl nake xwe bifroşe û di bin sîstema kapîtalîzmê de bijî.

Gurî, xeyal dike ku rewşa xwe û nêzîkatiyên derdorê li hemberî wî bi dayika xwe mirî parve dike, lê dayika wî bersiv dide ku yê welatê xwe winda dike, her tiştî winda dike. Dayika Gurî jê dixwaze ku teslîm nebe û li hemberî vê rewşê û ji bo guhertina civakê rêya têkoşînê nîşanî wî dide û dibêje "Welatê ku kesên welatparêz lê hebin namire".

Piştî Gurî dimire zarokeke keç mişeleya têkoşînê jê werdigire.

Piştî şano bi dawî bû beşdaran nirxandinên xwe anîn ziman.

ANHA


Mijarên Din