Mîhrîcana Şehîd Stêrvan di roja yekemîn de li Şehbayê bi dawî bû

Li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê çalakiyên roja yekemîn a Mîhrîcana Şehîd Stêrvan bi dawî bûn.

Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê di çarçoveya hemleya "Xak û rûmeta xwe biparêzin, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibin" de Mîhrîcana Şehîd Stêrvan li kantona Şehbayê bi beşddarbûna bi sedan kesî li dar xist.

Mîhrîcana bi diruşma"Bi rihê şehîd Stêrvan serî hilde, rêya rizgarkirina Efrînê nexşe bike" hatiye organîzekirin bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Zeyneb Cuma xwişka şehîd Stêrvan, bi navê Kongreya Star rêveber Salha Mihemed û bi navê komîteya amadekar a mîhrîcanê Emîne Bekir axivîn.

Di axaftinan de rola jinan a di şoreşa Rojava de hate destnîşankirin û hate diyarkirin ku jinan di her qandan xwe rêxistin kirin û pêşengtî kirin.

Axaftvanan lidarxistina mîhrîcanê pîroz kir û îşaret bi vê yekê kirin ku mîhrîcanê nameya ji dagirker a Tirk û çeteyên wê re ye ku gelê Efrînê çanda xwe ji bîr nake.

Di roja yekemîn a mîhrîcanê de, koma Şehîd Viyan Soran a girêdayî Tevgera Kevana Zêrîn dîlan pêşkêş kirin, koma Şehîd Hêva û girûpa Awazên Kevana Zêrîn gelek stran pêşkêş kirin.

Her wiha Biharîn Mihemed helbest xwendin. Li aliyekî dîtir jî Fatme Ehmed gelek stran pêşkêş kirin.

Roja yekemîn a mîhrîcanê bi diruşmên silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû. Dê mîhrîcan 3 rojan bê navber bidome.

(fr)

ANHA


Mijarên Din