Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol di roja 6'emîn de didome

Di roja 6`an a Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a 5`emîn de, şanoya "Venasîn" a Koma Serdemê hate pêşkêşkirin.

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5'emîn li ser dika şanoyê ya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo didome.

Îro bi amadebûna girseyeke mezin, şanoya "Venasîn" ya Koma Serdemê ya girêdayî Hêzên Xweparastinê hate pêşandan. Nivîskarê şanoyê Umran Yûsif e, amadekar Idrîs Şêxmûs û derhêner Mihemed Resûl e.

Dema şanoyê 50 deqe bû û cemaweran bi baldarî li her 5 lîstikvanan guhdarî kir.

Her 5 kesayetan bi rola miriyên ku careke din zindî dibûn, radibûn ku piştî çend salên rastiya xwe tê de vedişartin, niha careke din rastiya xwe dibînin.

Lîstikvanên şanoyê ( Dozger, kahin, jina fadile û qeyser) ku  li ser kêlên wan hatibû nivîsandin ku ew ji kesayetên resen re ye, lê di rastiyê de piştî rih bi wan ve hat, diyar dibe ku hemû ne rast in û ne wekî ku îdîa dikirin, lê ji bo keysata pêncan jî rola rastiyê bi temamî dilîst.

Şano bi çepikan bi dawî bû û deriyê nîqaşê li pêşiya rexnegiran hate vekirin.

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol dê heta 6`ê Nîsanê berdewam bibe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din