Mîhrîcana Sema ya 3’yemîn a herêma Efrîn bi dawî bû

Çalakiyên mîhrîcana Sema ya 3’yemîn a govendên gelêrî ya herêma Efrînê bi xelatkirina komên serketî bi dawî bû.

Mîhrîcana Sema ya 3’yemîn duh bi karnevaleke girseyî û pêşandina sînavîzyona li ser dîlana gelêr a herêma Efrînê dest pê kiribû.

Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê beşdarî mîhrîcanê bûn ku li kampa Berxwedan a bajarojê Fafîn hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de 10 komên dîlanan beşdarî mîhrîcanê bûn  dîlana gel pêşkêş kirin.

Di çalakiya mîhrîcanê de Koma Rojava ya girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajarê Helebê dîlana folklorî ya taybet bi folkolra Efrînê pêşkêş kir.

Piştre Koma Şehîd Ronahî ya kampa Berxwedan a taybet bi jinan hin govendên folklorî yên Bakurê Kurdistanê tevî dahol û zirneyê, pêşkêş kirin.

Li aliyekî din jî Koma Stêrkên Efrînê ya girêdayî Navenda Cemîl Horo ya Tevgera Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûdê û Koma Çiyayê Hewar a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Efrînê dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

Koma  Şehîd Dilşêr Kefer Nasih a pêkhateya Ereb a girêdayî  Desteya Çand û Hunerê ya kantona Şehbayê hin govendên taybet bi folklora ereb pêşkêş kir.

Koma Deşta Cûmê ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Efrîn li ber dahol û zirneyê dîlanên taybet bi huner û folklora herêma Efrînê pêşkêş kirin.

Koma Şehîda Zozan a Helebê dîlan pêşkêş kir, her wiha tabloyên li ser mîrasa çandê ya herêma Efrîn û çawaniya çandiniyê bi rêbazên klasîk pêşkêş kirin.

Girêdayî mijarê, Koma Şehîd Viyan Soran a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Efrîn dîlanên folklorî yên girêdayî Bakurê Kurdistanê pêşkêş kirin.

Koma Şehîd Ronahî ya Helebê dîlanên gelê Efrînê, tabloyên li ser jiyana zarokên li gundan pêşkêş kirin.

Li dawiyê jî Koma Çiyayê Kurmênc a girêdayî Tevgera Çand û Hunerê dîlanên ji folklora efrînî pêşandan.

Di dawiya çalakiyan de, komîteya nirxandinê tîmên beşdar nirxandin û jê komên serketî hilbijartin. Koma Çiyayê Kurmênc asta yekemîn wergirt, Koma Çiyayê Hewarê ya Tevgera Çand û Hunerê ya Efrînê asta duyemîn wergirt,Koma Deşta Cûmê ya taybet bi jinan a Tevgera Çand û Hunerê ya Efrîn asta sêyemîn wergirt. Piştre komên serketî hatin xelatkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din