Michael Rubin: Divê rêveberiya Trump piştevaniya Kurdên li Sûriyê bike

Nivîskar û rayedarê berê yê Pentagonê Michael Rubin di gotara xwe de ya ku kovara National Interest a DYA’yê weşandiye, tekez kir ku divê Washington piştevaniya projeya federaliyê û Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Nivîskar Michael Rubin di gotara xwe de bal kişand ser ku Kurdên li Sûriyê baweriya xwe bi rejîmê naynin. Ev jî bi gelek sedeman ve girêdayî ye; wekî kiryarên tesfiyekirinê yên ku rejîmê li dijî kesên ku li pêş derdiketin pêk anîne, bûyerên bajarê Qamişlo sala 2004’an ku hewl daye nasnameya Kurd qir bike û bi wê re jî gelek ciwanên Kurd girtin û di jêrzemînên girtîgehên rejîmê de îşkence lê kirin û çemberkirina aborî li dijî parastgeha Hesekê di heman demê de.

Michael Rubin diyar kir ku zîhniyeta ku qaşo opozîsyona Sûriyê dihewîne, bi awayekî mezin dişibe ya rejîma çewsîner û qirker, dagirkirina Efrînê jî nimûneya vê yekê ye.

Kurdên li Sûriyê baweriya xwe bi Tirkiyê naynin

Michael Rubin di gotara xwe ya têkildarî rewşa Sûriyê de piştî 2011’an wiha nivîsî: "Kurdên li Sûriyê serweriya xwe li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kir û li rexê jî çawaniya karîna YPG’ê yê bi tenê û çemberkirî, ne tenê ji hêla rejîma Sûriyê û Tirkiyê ve, lê belê ji hêla hikumeta Başûrê Kurdistanê li Iraqê ve jî ya têkbirina Cebhet El-Nusra ya girêdayî rêxistina El-Qaîde bi çekên sivik."

Berpirsê berê di Pantagonê de anî ziman: "Tevî ku ev hikumet ne zêde guncaw e jî, lê belê lêborîner û ewle ye. Jin bêyî tirs û destdirêjiyê diçin dibistanan û xizmetên şaredariyan didomin û di sûkan de girseya gel heye. Her wiha bû cihekî ewletir ji sûriyan re ku ji deverên dîtir ên Sûriyê koçber dibûn."

Der barê Kobanê de jî Michael Rubin wiha nivîsand: "Kobanê li hember çeteyên DAIŞ’ê sekinî. Îsmet Şêx Hesen"fermandarekî Kurd" yê ku li Kobanê li rex ciwanan di dirêjahiya çemberê de ma. Kurdên herêmê parastina bajarê ku piraniya şêniyên xwe Kurd in, gelek qurbanî dan û parast. Li aliyekî din jî Tirkiyê sînor ji DAIŞ’ê re vekirî hişt." 

Çima "herêma ewle" gefa li ewlehiya DYA’yê ye?

Nivîskar Michael Rubin pêşbînî dike ku "herêma ewle" ne li gorî berjewendiya Sûriyê ya li ser sînor e. Rêveberiya Kurdan pêşniyarên destpêkê yên bi navê “herêma ewle” red kirin. Ji ber ku Tirk rica û minet dikin ku ew ê serweriya wê herêmê bikin. Ji aliyekî din ve jî, li gel şêniyên Bakurê Sûriyê tecrubeya biêş bi Erdogan re ya ku piştevaniya DAIŞ û El-Nusra bi dewamî dikir û Efrîn dagir kir, heye. Ji lew re ew pêşniyar red kirin.

Michael Rubin aşkere kir ku divê Jeffrey nêrîna xwe ya der barê Tirkiyê de rawestîne. Ji ber ku ev nêrîn gelê Tirkiyê razî nake, berovajî wê tenê coşê dide Erdogan ku daxwazan zêde bike.

Nivîskar û berpirsê berê yê Pantagonê Michael Rubin ji Washingtonê daxwaz kir ku divê siyaseta rasteqîn der barê rêveberiya Kurdan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bîne û alîgiriyê bide fedaraliyê ya pêşeroja Sûriyê.

Di dawiyê de Michael Rubin wiha li gotara xwe zêde kir: "Divê DYA yekser fînanseyê li herêmê bike û alîkariyê bide jinûveavakirinê da ku karmendî bê dabînkirin. Divê ji dêvla dan û standina bi Kurdên Sûriyê re wekî dijmin di hewldana windakirinê ya razîkirina ku nayê tehmûlkirin de, lêborînê pêk bîne. Divê Washington Enqereyê der barê dan û standina cîrantiyê yê baş de teşwîq bike.”

(fr)


Mijarên Din