​​​​​​​Michael Rubin: Rûsyayê xiyanet li Tirkiyê kir û Amerîka nabe beşek ji tevliheviya Erdogan

Lêkolînerê American Project Institute for Public Policy Research (AEI) û berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin girêdayî stratejiya Amerîka di Sûriyê de Michael Rubin got: “Ne pêkane ku serkeftinek li dijî terorê hebe, madem Erdogan berpirsê Tirkiyê ye. Di vê dawiyê de  Rûsyayê xiyanet li Tirkiyê kir û ne ji berjewendiyên Amerîkayê ye ku bibe beşek ji tevliheviya Erdogan.”

Di dawiya sala borî de û destpêka vê salê de gelek pêşketinên girîng li Sûriyê çêbûn. Ji aliyekî ve Trump vekişandina hêzên Amerîkayê ji bakurê Sûriyê ragihand. Ew jî rê ji Tirkiyê re vekir da ku bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike. Ji aliyekî din ve Rûsya û Tirkiyê li parêzgeha Idlibê li hember hev sekinîn.

Girêdayî mijarê lêkolînerê American Project Institute for Public Policy Research (AEI) û berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin girêdayî stratejiya Amerîka di Sûriyê de ji ANHA’yê re axivî. Rubin, piştî vekişîna hêzên xwe û helwesta wê ji lihevkirina Putin û Erdogan a dawîn, her wiha têkiliya Enqere bi DAIŞ û rêxistina El-Qaîdeyê re nirxand.

Hevpeyvîn wiha ye;

*stratejıya amerîkayê ya rastîn dı sûrıyê de çı ye?

Trump armanc dike ji Sûriyê derkeve. Lê gelek kesên amerîkî yên xwedî biyar di nav de mezintirîn şêwirmendên wî dikevin ferqa girîngiya stratejîk a mayîna herêmê.

Kesên siyaseta Amerîkayê birêve dibin ji mayîna li Sûriyê dixwazin rê li pêşiya Îranê ber bi rojhilatê Deryaya Spî qut bikin.

Ji bilî Trump û nûner James Jeffrey, pisporên siyaseta derve û istixbaratê hemû dikevin ferqê ku Tirkiye desteka DAIŞ`ê dike û Tirkiye girîngî nade têkoşîna li dijî rêxistina El-Qaîdeyê. Piştî hevdîtina bi rêya telefonê di navbera Erdogan û Trump de û vekişîna jinişkan ve ya hêzên Amerîkayê, generalê teqawid Jack Kane Trump îqna kir ku zeviyên petrol yên Sûriyê biparêze da ku vekişîna ji Sûriyê rawestîne. Ev sedemek bêhiş e. Bi taybet dema em li tevahiya sedemên stratejîk û exlaqî yên mayîna DYA`yê li Sûriyê binêrin. Lê ew hincetek tekane bû da ku Trump îqna bibe ku li Sûriyê bimîne.

*hûn, lıhevkırına rûsî-tırkî gırêdayî ıdlıbê û helwesta amerîkayê çawa dınırxînın?

Rûsyayê xiyanet li Tirkiyê kir. Hertim Erdogan xwe di heman radeya Putin de didît. Lê Putin vê carê Erdogan wek  xizmetkarek zelîl dît. Putin, Erdogan neçar kir ku biçe Moskovayê. Rêbaza ku hişt Erdogan li derveyî hola civînê li bendê bimîne, bikar anî. Erdogan destvala ji Moskovayê vegeriya. Ew tiştek gelek şerm e.

Di rastiyê de Rûsya û rejîma Sûriyê di hundirê Sûriyê de bûn hêzek sereke. Tirkiye dikare li axa Sûriyê tenê bi erêkirina Putin kar bike.

Ji bo DYA`yê jî, Washington ne neçar e ku li derveyî sînorên Tirkiyê alîkariya wî bike. Ji ber ku Tirkiyê êrişî Sûriyê dike, ne berovajî wê. Tirkiye êrişker e û hikumeta Amerîkayê jî diyar kir ku ne ji berjewendiya wê ye ku bibe beşek ji tevliheviya Erdogan.

*hûn rola tırkıyê lı sûrıyê, bandora wê lı şerê dya`yê yê lı dıjî terorê, çawa dınırxînın?

Tirkiye ji têkoşîna li dijî terorê pirtir girîngiyê dide şertên peymana Lozanê ya 1923`yan. Tirkiye ji êrişên xwe yên li dijî bakurê Sûriyê armanc dike ku Kurdên li herêmê qir bike û li şûna wan Ereban bi cih bike. Ji têkoşîna li dijî terorê pirtir girîngî daye vê mijarê. Tirkiye li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Ferq di navbera Kurdistana Sûriyê û Kurdistana Iraqê ew e ku desthilatê Kurd ên Sûriyê nimuneyek pirrengî ava kirine. Lê rêveberên Kurd ên li Iraqê azadiya nejadî û çandî bi berjewendiyên bazirganî yên rêveberên xwe ve girêdane. Mesûd Berzanî mîna serokê Komara Qibirê ya Tirkiyê Raûf Denktaş e. Ku  welatê xwe li beramberî biçek dolar û lîreyan firot.

Nezantî û korbûna Washingtonê bi ajandeyên Enqere, nuqteya herî girîng bû. Madem Erdogan berpirsê Tirkiyê ye, mirova nikare bêje serkeftinek li dijî terorê li herêmê heye.

Têkiliya DAIŞ`ê bi Tirkiyê re xurt e, mîna têkiliya Hizbullah a Lubnanê bi Îranê û têkiliya Talban bi Pakistanê ye. Niha siyaseta nûner James Jeffrey ê piştevaniya Tirkiyê dike, astengiya herî mezin li hember Washingtonê ji bo tunekirina DAIŞ`ê ye.

*hûn çawa helwesta amerîka jı êrışên tırkıyê lı dıjî hêzên sûrıya demokratîk ên ku şerê daış`ê kırıne dınırxînın? pêwîste washıngtonê çı bıke jı bo ku têkoşîna lı dıjî terorê bıdomîne?

Ti bihaneyek êrişên Enqere li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk tune ye. Girêdayî êrişa Tirkiyê ya dawîn li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Trump şaştiyek kir. Encamên wê şaştiyê yên exlaqî û stratejîk hene. Hêzên Sûriya Demokartîk li dijî DAIŞ`ê  hêza şerker a herî çalak e. Ew hêz ne terorîst in. Bi hêvî me Hêzên Sûriya Demorkatîk û Kurd li Sûriyê rojekê DYA`yê ji ber xiyaneta Trump efû bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din