Mihemed Ebas: Divê hikumeta Iraq û Başûr êrîşên Tirkiyê bidin rawestandin

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê Mihemed Ebas, diyar kir ku divê hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê sînorekî ji êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê re deynin.

Artêşa Tirk a dagirker beriya demekê bi bombebarana balefirên şer gelek komkujî li ser sivîlên herêmên Başûrê Kurdistanê pêk anîn. Êrîşa herî dawî jî li Kortekê di 27`ê Hezîranê pêk anîn û di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Neteweyî ya Kurdistanê Mihemed Ebas got: "Dewleta Tirk itîrafê bi hevkariyê nake. Ne bi soz û ne jî bi belgeyên dewletan, ne jî itîrafê bi mirovahiyê dike. Tirkiye li hemû cîhanê wek dewleteke dagirker tê naskirin."

Ebas wiha axaftina xwe wiha dewam kir: "Hikumeta AKP`ê bi serkêşiya Erdogan, rêya Demirel û Ajaweed ên beriya wî, gelê Kurd kuştin û koçber kirin, dimeşeşîne."

‘Divê bi helwesteke cidî  li dijî Tirkiyê bê seknandin’

Ebas ji hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê daxwaz kir ku helwesteke cidî nîşanî dagirkeriya Tirkiyê bidin û wiha got: "Divê li dijî dagirkeriya Tirkiyê helwesteke cidî bê nîşan dan. Me berê helwestên xwe ji van êrîşan zelal kirin, lê hikumeta Başûrê Kurdistanê di bêdengiya xwe de maye. Hikumeta Başûrê Kurdistanê dagirkirina herêmê paşguh dike.”

Di heman mijarê de, 18 partiyên Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 8`ê Hezîranê de, daxuyaniyek dan raya giştî û êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Partiyan ji hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê xwestin ku tedbîrên pêwîst dijî êrîşan bistînin û bi hemû rêyên siyasî bidin rawestandin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Neteweyî yê Kurdistanê îşaret bi girîngiya qutkirina têkiliyên hikumeta Başûr bi dagirkeriya Tirkiyê rei kir û wiha got: "Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re qut bike."

Ebas ji partiyên siyasî û hikumeta  Başûrê Kurdistanê xwest ku li xwe vegerin û helwestên xwe yên li dijî êrîşên Tirkiyê, zelal bikin.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din