Mihemed El-Hiwêdî: Encamên komxebata eşîreyan belgeyeke niştimanî guncaw e

Siyasetmedarê Sûriyê Mihemed El-Hiwêdî encamên komxebata li Eyn Îsayê bi belgeyeke niştimanî guncaw e bi nav kir û destnîşan kir ku daxuyaniyên Rûsya yên der barê komcebatê de dihêle ku Erdoganê ku di hundirîn û derve de tevlihev bûye, bi peymana S 400 ve girêdayî bimîne.

Têkildarî komxebata eşîryên Sûriyê ya ku di 3'yê Gulanê de bi sponseriya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hatibû lidarxistin siyasetmedarê Sûriyê Mihemed El-Hiwêdî anî ziman ku komxebatê bi tena serê xwe serkeftinek li hemberî serkêşên fitneyê di serî  de Tirk, Îxwan El-Muslimîn û Qeterê ye.

Mihemed El-Hiwêdî diyar kir ku her çendî kenalên rejîmê û opozisyonê xwestin bi rêya daxuyaniyên nejandperest, mezhebperst û entnîkperestê komxebatê têk bibin lê hewldanên wan bi ser neketin û wiha domand: "Hejmara kesên beşdar ne li gorî texmînan bû, girseya mezin an ku eşîrên Sûriyê dozên herî bi girêk û koka pirsgirêkê nîqaş kirin. Di nêrîna min de ev civîn bingeha sereke ya avakirina pêşeroja Sûriyê û sekna li hemberî çavbirçîbûnên derve ye."

'Encamên komxbata li Eyn Îsayê belgeyeke niştimanî guncaw e'

Girêdayî encamên konxebatê Mihemed El-Hiwêdî got, encamên komxebatê belgeyeke niştimanî guncaw e û wiha axivî: "Encamên komxebatê ji belgeya serdema Birîtanî ya mezin an jî ya ragihadina mafên welatiyan li Fransayê ne kêm e."

El-Hiwêdî her wiha destnîşan kir encamnameya komxebatê balê dikşîne ser yekitiya xaka Sûriyê, heramkirina ku keskî Sûrî xwîna Srûiyekî birjîne û qewitandina herî cûre dagirker ku hêviyên hemû welatiyên Sûriyê ne. El-Hiwêdî wiha domand: "Bawer nakim ku şepêleke siyasî, niştimanî hebe û ne girêdayî be ejnîdeyên derve, vê daxuyaniya niştimanî Sûrî-Sûrî rexne bike an jî red bike."

Der barê daxuyaya Wezareta Derve ya Rûsyeyê de ku gotibû iribû, civîna li Eyn Îsayê hewldanên Astanayê asteng dike. Mihemed El-Hiwêdî got: "Belê, berjewendiyên stratejî yên Rûsyeyê bi aliyên dest di Sûriyê wer didin de wekî Tirkiyê û Îsraîlê hene. Rûsya her tim hewl didin li ser hesabê êşa gelê Sûriyê bejewendiyan pêk bînin. Rûsya bi opozisyonê re lihevkirin çêkirine û bi navê lihevkirinên niştimanî bi sed hezaran xelkên Sûriyê koçber kirin û ev rewş li ser gel ferz kir. Lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ev rewş bi hemû aliyan red kir."

' Astanayê, xeta parvekirina berjewendiyan di navbera dewletên grantor de ye'

El-Hiwêdî her wiha diyar kir ku Mosko çaresekirina di çarçoveya Astanayê de dixwaze ku têkçûna welatên grantor û ne cidiyeta bidawîkirina aloziyê diyar dike. El-Hiwêdî got: "Xeta Astanayê tenê ji bo parvekirina berjewendiyan di navbera dewletên grantor de ye, û derxistina aloziyê ber bi Idlib û Efrînê ve ye. Siyaseta Rûsya ya girêdayî aloziya Sûriyê ji destpêkê ve ev e. "

Mihemed El-Hiwêdî wiha axaftina xwe domand: " Me dît daxuyayên Moskoyê bi zimanekî tundî hatin. Ez dibînim ku ev daxuyanî Erdogan ê ku di hundir û derve de tevlihev bûye teşwîq dike ku bi peymana S 400 ve girêdayî bimîne û îşaretê bi S 500 bike da ku wê ji NATO'yê dûr bixîne. Ji ber vê dest bi lîstokan kir, ew jî dosyaya Kurdên li Sûriyê ye."

El-Hiwêsî bal kişand ku komxebata 3'yê Gulanê li Eyn Îsayê ya zêdeyî 70 nûnerên eşîreyên Sûriyê tevlê bibûn bi elaqeyeke Erebî û navdewletî ve hate pêşwazîkirin û wiha domand: " Li vi rem behsa ji nûve avakirinê dikin ku dê şansê Rûsya di Bakurê Sûriyê di Rêveberiya Xweser de tine be, ku dê ji cîhanê re asta zanebûna siyasî û cidiyeta di dawîkirina şerê li Sûriyê de îsbat bike."

Siyasetmedarê Sûriyê Mihemed El-Hiwêdî di dawiya axaftina xwe de got: "Girîng e ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk û eşîreyên herêmê û saziyên sivîl ên Sûriyê deriyên ku Tirkiyê anî jî xeylî wê qezenc dikin ku bi rêya wan tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derbixîne, bigire."

(bb)

ANHA


Mijarên Din