Mihemed Elî: Tebqa, Reqa û Dêrazor li derveyî rêkeftina bi rejîmê re ne

Endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriye Demokratîk Hesen Mihemed Elî bendên rêkeftina di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rejêma Sûriyê de ji şêniyên bakurê gundewarê Tebqayê re şîrove kir. Mihemed Elî got ku Reqa, Tebqa û Dêrazorê ne di lihevkirinê de ne.

Di çarçoveya civînên ku Meclisa Sivîl a Tebqayê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî û leşkerî li dar dixe de îro civînek î li bajarokê El-Mehmudlî yê bakur bajarê Tebqayê hate lidarxistin.

Endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî rewşa siyasî ya dawîn, girêdayî wê êrîşa dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelal kir. Her wiha îdiayên ku dazgehên çapemeniyê yên alîgirên rejîmê girêdayî radestkirina hinek herêman ji hêzên rejîmê re derewand.

Mihemed Elî anî ziman ku ji ber berxwedana şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk ya parastina herêmê û şikandina êrîşên dewleta Tirk a mitînger çavên tevahiya cîhanê li ser bakurê Sûriyê ye. Ji ber wê jî civaka navdewletî zext li dewleta Tirk kir da ku agirbesta 120 saetan qebûl bike. Tevî wê jî dewleta Tirk agirbest binpê dike û êrîşên xwe didomîne.

Girêdayî lihevkirina bi Rêjîma Sûriyê re Mihemed Elî got: "Tevî tecrubeya me ya li Efrînê lê dîsa em bi Rûsya û Rejîma Sûriyê re gihaştin lihevkirinê.  Ji ber ku em hember du berbijarkan bûn yan lihevkirina ji bo parastina sînorên Sûriyê yan jî dagirkirina osmanî, komkujî û qirkirin. Ji ber wê me derbasbûna rejîmê di Eyn Îsa, Minbic, Kobanê û Til Temirê re erê kir. Lihevkirin; parastina herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze dagir bike."

Mihemed Elî diyar kir ku lihevkirina bi rejîmê re leşkerî ye û herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazorê li derveyî lihevkirinê ne. Her wiha bang li hemûyan kir ku bi dû îdiayên ku dazgehên çapemeniyê belav dikin neyin xepandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din