Mihemed Şahîn: Rûsyayê çavên xwe li zêdegaviyên dewleta Tirk digire

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn têkildarî êrişa hewayî ya li dijî li gundekî Kobanê got, ev kiryar yek ji zêdegavên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî ewlehî û aramiya herêmê ye ku di nava bêdengiya Rûsya û civaka navneteweyî de pêk hat.

22`yê vê mehê balafireke bê pilot a dewleta Tirk Ii gundê Memît ê dikeve başûrê Kobanê maleke sivîlan bomebebaran kir. Di encamê de sivîlek birîndar bû.

Piştî çend saetan ji êrişa hewayî, artêşa Tirk êrişî gundewarên navçeya Eyn Îsayê kir û çeteyan wê hewl da ku derbas bibe, lê QSD`ê hewldanên wan têk birin.

Dewletaa Tirk a dagirker û çeteyên wê  bi êrişên xwe yên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîvanên navneteweyî û peymanên agirbestê ku di 17 û 22'yê Cotmeha 2019`an de bi DYA û Rûsyayê re îmze kirine, bin pê dike.

Têkildarî vê yekê Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Firatê Mihemed Şahîn got: "Ji destpêka agirbestê ve êrişên dewleta Tirk a dagirker ku li ber çavên artêşa Rûsyayê têne kirin, nesekinîne." Şahîn da zanîn ku Rûsya aliyekî garantor e û divê bi rola xwe rabe.

Şahîn destnîşan kir ku ew di Rêveberiya Xweser û QSD`ê de peymana agirbestê ku di navbera wan û dewletên garantor de hate mohrkirin, bi cih anîn, lê artêşa Tirk a dagirker peyman bin pê dike.

Şahîn diyar kir ku baregeh û nuqteyên Rûsya û hikumeta Şamê li herêmê hene, lê bi tu awayî bi berpirsyariyên xwe ranebûn û got: "Hewlesta Rûsya ne zelal, gelê herêmê piştî van zêdegaviyan baweriya wan nema bi garantorê rûsî tê." 

Mihemed Şahîn eşkere kir ku Meclisa Rêveber a herêma Firatê, Meclisa Leşkerî û QSD`ê bi fermandarên leşkerî yên rûsî re dicivin, lê pirraniya caran bersiva pirsên wan nade yan jî bersiva ku didin mirov îqna nake.

Şahîn di berdewamiya gotina xwe de ev yek anî ziman:"Ji ber vê yekê em li herêma Firatê dibêjin ku hebûna Rûsyayê li herêmên me, ne li gorî peymana ku di navbera me de hate mohrkirin, ji ber ku dewleta Tirk hemû bendên peymana rûsî-tirkî û pyemana me ya bi garantorê rûsî re bin pê kirin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn di dawiya gotina xwe de îşaret bi girîngiya destwerdana civaka navneteweyî kir ku bi erêka xwe rabe û sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelê herêmê pêk tîne, bi dawî bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din