Mihemed Seîd: Tirkiyê hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derxe derveyî sînor

Siyasetmedar Mihemed Seîd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrîşan ser Başûrê Kurdistanê  hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derxe derveyî sînorê xwe û destekftiyên gelê Kurd têk bibe.

Nerazîbûna aliyên siyasî û civakê li hember êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Bexdayê ji van êrîşan re, zêde dibe.

Endamê Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Dêrikê Mihemed Seîd destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ya ji van êrîşan, têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e ku bi saya xwîna bi hezaran şehîdan pêk hatine.

Seîd diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide aloziya xwe ya hundirîn derxe derveyî sînorê Tirkiyê û ev tişt anî ziman: "Armanca dagirkeriya Tirk a ji bombebarana sivîlan û gundên wan, ew e ku aloziya xwe ya hundirîn derxe derveyî sînorê xwe."

Her wiha Mihemed Seîd xuya kir ku êrîşên Tirkiyê, zeîfbûna hikumeta AKP`ê ku di pêvajoyeke zehmet re derbas dibe, diyar dike, ji ber ku dewleta dagirker di hemû qadên jiyanê de di aliyê leşkerî, aborî û siyasî de bi bin ketiye.

Seîd bêdengiya hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê der barê bombebarana Tirkiyê ya ser gundên Başûr û pêkanîna komkujiyan li ser sivîlan, şermezar kirin û wiha got: "Bombebarana Tirkiyê li ser van herêman, israra gelê me di bilindkirina têkoşînê de zêde dike.  Bêdengiya hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê delîl e ku wan çavê xwe ji bombebarana Tirkiyê re girtiye da ku tevgera rizgariya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibe."

(jo)

ANHA


Mijarên Din