Mihemed Şêxo azarên gel û eşqa welat bi  stranên xwe vegotiye

Mihemed Şêxo yek ji hunermendên ku êşa gelê xwe û azarên koçberiyê di nava stranên xwe de vegotiye ye. Mihemed Şêxo beriya 31 sal çû ser dilovaniya xwe û niha bûye sembola hunera Kurdî.

Hunermend Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li gundê Xecukê yê başûr rojavayê bajarê Qamişlo ji dayîk bûye. Di hemêza malbateke ku ji 14 endaman (dê, bav, 6 kur û 6 keç). Mihemed Şêxo kurê herî mezin e. Dilê wî dikeve xwendekara xwe ya bi navê Nesrîn Hisên Melek, heta digihêje asta eşqê. Ji ber wê jê re strana `Nesrîn` distire. Piştre pê re dizewce û 4 zarokên wan çêdibin ( Felek, Ibrahîm, Birûsk û Bêkes).

Mihmed Şêxo dibistana Asta seretayî li gundê xwe Xecukê dixwîne, dibistana navîn jî li bajarê Qamişlo temam dike. Xwişka wî Amşe Şêxo dibêje: "Ji ber ku li ser asta dibistanê serketîbû Mihemed Şêxo pênûsa zêrîn wergirt."

Li gorî gotinên hevalê wî yê hunermend Said Ferso ruxmî ku di dibistanê de serkeftî bû lê ji ber hezkirina jenîna  Bizqê xwendina xwe temam nakir, ne ku ji ber rewşa malbatê ya dijwar.

Di sala 1965`an de çavên Mihemed Şêxo lewaz dibin, li ser wê ji erka leşkeriya neçarî ya rêveberiya dewleta Sûriyê efû dibe.

Mihemed Şêxo êş û azarên welêt di stranên xwe de rave kirin. Wek hunermendê xizanan hate naskirin. Hunermendê eşq û evînê. Hunermendê Kurdistanê û xizmetkarê doza gelê Kurd. Şêxo di stranên xwe de bal dikişand ser azarên gel ên li herçar parçeyên Kurdistanê.

Xwişka wî Amşe Şêxo (70) niha li gundê Temuye yê nêzî bajarê Qamişlo dimîne. Amşe got: “Dema Mihemed Şêxo ciwan bû dest bi rêwîtiya hunerî kir. Bizq ji galonên zeytê, text û tayên ji biskên hespan çêdikir.”

JİYANEK Lİ KOÇBERİYÊ

Mihemed Şêxo ji ber zextên emnî jiyana xwe bi koçberî û penaberiyê derbas kiriye. Di sala 1970`an de berê xwe dide paytexta Lubnanê Beyrûtê û li wir derdora 4 salan  dimîne. Di wê demê de gelek şahî û şevbuhêrkên hunerî lidar dixe. Her wiha gelek hunermendên Ereb ên navdar ên mîna Fêroz, Wadîi El-Safî û Semîre Tewfîq nas dike.

Di salên ku li Lubnanê dimîne de, Mihemed Şêxo du caran diçe Iraqê û li wir hinek stranên xwe di radyoya Bexdadê ya beşa Kurdî de tomar dike. Li wir gelek hunermendên Kurd mîna Tehsîn Taha, Mihemed Arİf Cizîrî û Îsa Berwarî nas dike. Di serdana duyem de di sala 1973`yan de bi Mele Mistefa Berzanî re dicive.

ALBÛMA YEKEMÎN

Di sala 1974`an de vedigere Sûriyê û yekemîn albuma xwe li Şamê paytexta Sûriyê tomar dike. Lê ji ber ku navarokên stranên wî netewî bûn, rastî zextên rejîma Baas tê.

Humermend Said Ferso yê ku bi Mihemed Şêxo bandor  bûye niha di dikana xwe de bi navê `Dîlan` a amûrên muzîkê kar dike. Dikan li kolana giştî ya taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê ye. Ji beriya 24 salan ve vekiriye. Ferzo wiha behsa Mihemed Şêxo kir: "Di dema ku  hejmara hunermendan kêm bûn, di wê dema dijwar de bi taybet piştî salên 90’î, Kurdek nikarî peyvek bi Kurdî bigota. Hunermend Mihemed Şêxo ji ber stranên xwe rastî tengaviyên rejîma Baas hat. Bi xwe ne girêdayî kesekî bû. Tenê dixwest bibe dengê civaka xwe."

Di sala 1974`an de ji ber tengaviyên rejîma Baas Mihemed Şêxo neçar dimîne berê xwe bide başûrê Kurdistanê. Li wir tev li refên pêşmerge, yên ku di wê demê de li dijî pergala Iraqê serî hilda bûn, bûye.

ALBÛMA DÛYEM "EY FELEK" Û ÇÛYÎNA MAHABAD

Lê şoreşa Mele Berzanî di encama lihevkirina Cezayirê di navbera Iraq û Îranê de, di 6`ê Adara 1975`an de ku li gorî wê Îranê piştgiriya xwe ji Berzanî qut kir, Li bin dikeve. Ji ber wê Mihemed Şêxo diçe bajarê Mahabad ê rojhilatê Kurdistanê û albuma xwe ya duyemîn tomar dike. Ji girîngtirîn berhemên wê albumê strana `Ey Felek`.

Ji ber ku naverokên stranên  Mihemed Şêxo siyasî û netewî bûn, desthilatdariya Îranê ji Mihemed Şêxo dixwaze ku dest ji stranan berde û ji bajarek Kurd re li nêzî deryaya Qizwîn li nêzî sînorên Azirbêcanê hate sirgûnkirin. Li wir fêrî zimanê Farisî dibe.

Li wî bajarî yan jî gundî, Mihemed Şêxo di dibistanek amadehî de zimanê Erebî da fêrkirin. Li wir dildarê xwendkara xwe ya bi navê Nesrîn Hisên Melek keça serokekî pêşmergayên komara Mahabadê bû û pê re dizewice.

Hunermend Said Ferso destnîşan kir ku Mihemed Şêxo ji ber siyaseta desthilatdariya Îranê nikarî li wir jî bistêre û wiha domand: "Mihemed Şêxo gelek kasêtên xwe şandin. Di nav de strana `Xem û xeyala te ez revandim`. Ev stran di nav şêniyên bajarê Qamişlo de deng veda. Ji ber ku hinekan gotin desthilatdariya Îranê dest an jî tiliyên wî qut kirine. Lê ji ber qutbûna agahiyan kesek nizanî çi pê re çêbûye."

KOÇBERÎ, DADGEH Û VEGERA ROJAVA

Stranên netewî yên Mihemed Şêxo bûn sedema ku ew barên girtin, îşkence û sirgûnkirinê ji hêla rejîma Baas ve rake. Ritma Kurdî ji tariyê veguhest ronahiyê. Bi rêya afrîneriyên xwe dibistana stranbêjiyê pêş xist. Tabloyek  mozaîk ji muzîka Kurdî li Sûriyê ava kir.

Said Ferso got: “Nemir Mihemed Şêxo bi hunermendên Kurd re rolek lîst, hunera Kurdî pêşxistin û meqamên wê fireh kirin. Tevî ku hinek meqamên din lê zêde kirin mîna Şir Arban, Acem, Nehewand, meqamên rojavayî bi taybetmendî û ritmên Kurdî ku giyanek dan ritma Kurdî. Mihemed Şêxo ne tenê hunermend bû, heman demê de sembola xêzkirina azarên gelê xwe bû."

Piştî zehmetiyên dijwar li Îranê û tewanbariya komunîzmê piştî şoreşa Islamî di sala 1979`an de, Mihemed Şêxo di dadgehên pesdarên Îranê hate dadgehkirin. Lê piştre serbest hate berdan. Di wê demê de desthilatdariya Sûriyê Mihemed Şêxo efû kiribû. Ji ber wê di sala 1983`an de tevî malbata xwe vedigere Qamişlo.

Tevî ku rêveberiya dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo efû kiribû, lê dîsa jî ji hêla cîhazên emnî yên cuda ve rastî zextan dihat. Di vî warî de xwişka wî Amşe dibêje: “Min alîkariya wî dikir û ew nêzî salekî li gund veşart. Rojekê dewriyek ewlehiya siyasî ya rêveberiya dewleta Sûriyê ser mala min de girt. Mihemed Şêxo bi lez çû ser banê malê û xwe di nav turikên tenî de veşart, ji ber wê kesekî ew nedît."

Hunera Kurdî li Sûriyê rastî înkarkirin û qedexeyê dihat. Ji bo pêkanîna qirkirina hunerî li rex siyastên pişaftinê. Li gel van siyasetan Kurdan nikarîn heta dibistanek hunerî vebikin ji bo ku çanda xwe vejînin. Her tişt hate wêrankirin û her kesê hewl dida çanda Kurd vejîne dihat sirgûnkirin. Armanc tunekirina çanda Kurdî bû.

GİRTİN Û ÊŞKENCE

Amşe diyar kir ku Mihemed Şêxo gelek caran ji hêla rêveberiya dewleta Sûriyê ve hatiye girtin û got: "Carekê li girtîgeha Hesekê hate girtin. Li wir heya 15 rojan hate îşkencekirin. Jê xwestin dev ji stran û hunerê berde. Lê wî biryara xwe dabû û got; çi dixwazin bikin lê ez dev jê bernadim. Carek din li bajarê Dêrikê hate girtin û gefa jêkirina ziman û tiliyan lê hate xwarin. Lê Mihemed Şêxo ji wan re got: "Ger hûn qut bikin ez ê bi tiliyên lingê xwe lê bidim."”

Stranên Mihemed Şêxo bi taybetmendiya xwe ya netewî û şoreşgerî dihatin naskirin. Ji guhdaran re çîroka gelê Kurd û azarên wî wek stran vedigotin.

Di vê çarçoveyê de Said Ferso got: "Mihemed Şêxo di stranên xwe de banga azadiyê dikir. Stranên mîna `Azade şêrîn`, `Ay lê gulê` û strana ji bo Mazlûm Dogan." 

Ferso di nav gotinên xwe de bal kişand ser strana `Baxçê Gula` û got: “Di vê stranê de Mihemed Şêxo behsa zehmetiyên rê û çawaniya derbaskirina wê kir. Di stranên wî de gelek êş û azar hene. Dema mirov stranên wî guhdar dike bi êş û xemgîniyê dihese. Min kesek mîna wî bi hest li bizqê dide nedît. Xwedî taybetmendî û xeyalên hunerî ji bo xizmeta doza Kurd bû. Qirika wî êş û azarên gelê Kurd vegotin."

Piştî ku Mihemed Şêxo vedigere Sûriyê di sala 1987`an de stidyoya bi navê `Tomargeha Felek` li ser rêya Amûde vedike. Lê piştî çend mehan hêzên emnî yên dewletê stidyoyê digirin û birayê wî Beha digirin.

Stidoya heya nîha girtî ye û tê de tevahiya kasêt hene.

KOÇA DAWÎ

Di 6`ê Adara 1989`an de Mihemed Şêxo piştî derketina ji girtîgehên Baas kirîza dil derbas kir. Yekser wî dibin nexweşxaneya Watanî ya Qamişlo. Lê di sibeha 9`ê Adarê de jiyana xwe ji dest da û li pey xwe mîrasek hunerî ji 120 stranan hêla.

Xwişka hunermend, Amşe Şêxo dibêje: "Rêveberiya dewleta Sûriyê li dijî wî tundiyek bizanabûn meşand. Bi  kehrebeyê îşknece kirin. Derzî kirin pêçiyên wî û bi tevahiya rêbazên din îşkence kirin. Dema wefat kir lingên wî ji ber îşkenceya dijwar şîn bibûn."

Bi deh hezaran şêniyên bajarê Qamişlo hunermendê nemir Mihehemed Şêxo li Goristana Hilêliyê oxir kirin. Her sal şêniyên bajêr û hunermend di 9`ê Adarê de hunermend Mihemed Şêxo bibîr tînin û serdana gora wî dikin, li gorî ku di stranekê de gotibû.

Stran wiha ye: "Gava ez mirim gelî zindiya

 Min ne veşêrin wekû hemiya

 Gorêt min çêkin bin siha çiya

  Kêlêt min çêkin ji dû keziya

  Hemî adara hûn min hoşiyar kin

   Da bikim şînî ji bo me hemiya"

Said Ferso diyar kir ku Mihemed Şêxo di stranên xwe de banga yekîtiyê dikir. Ger niha hebûye wê rewşa heyî ya ku gelê Kurd tê re derbas  dibe red bikira û got: "Îro strana Kurdî pêşketî ye. Lê navaroka wê ne li gorî qonaxê ye. Pêvajo ya biratiyê ye."

Di sala 2011`an de piştî destpêkirina şoreşa Rojava û ji bo bîranîna hunermend Mihemed Şêxo şêniyên bajêr navendek hunerî bi navê wî vekirin. 6 komên muzîk, stran û dîlan di navendê de perwerdeyên xwe dibînin.

Îro û piştî derbasbûna 31 salan li ser wefata hunermend Mihemed Şêxo lê hîna dengê wî ji tevahiya aliyên bajêr tê. Mîna ku zindî ye. Niha stranên wî ji berê zêdetir tên guhdarkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din