Mihemed Xêr Şêxo: Sivîlên herêmê ji sûcên Tirkiyê biparêz in

Mihemed Xêr Şêxo êrişên dewleta Tirk ên li ser gundên bi ewle û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan bi sûcên dijî mirovahiyê ku li herêmê rûxandin û koçberiyê zêde dikin, bi nav kir û got: “Em  bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navnetewî dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û sivîlên herêmê ji sûcên Tirkiyê û çeteyên wê biparêz in.”

Hevserokê Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo ku beşdarî xwepêşandana li bajarokê Erîme yê gundewarên rojhilatê Babê bûbû, ji ANHA`yê re wiha got: "Em îro derketine xwepêşandanê da ku em piştgirî û hevgirtina xwe bi gelên xwe yê beriya du rojan rastî komkujiyê hatiye re, nîşan bidin."

Şêxo bi bîr xist ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ne xwedî pîvanên exlaqê ne, lewra di êrişên xwe de cudahiyê naxin navbera jin, zarok û kesên temenmezin.

Mihemed Xêr Şêxo destdirêjiya Tirkiyê li ser gundên bi ewle û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan bi sûcên dijî mirovahiyê bi nav kir ku li herêmê rûxandin û koçberiyê zêde dikin. Her wiha da zanîn ku Tirkiyê bi siyasetên xwe dixwaze kînê di nava şêniyên herêmê de belav bike.

Şêxo bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navnetewî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û parastina sivîlan ji sûcên Tirkiyê û çeteyên wê bikin. Her wiha xwest ku hesab ji Tirkiyê û çeteyên wê bê xwestin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din