Mihemedxêr Şêxo: Îdiayên têkildarî Minbicê ne rast in

Mihemedxêr Şêxo diyar kir ku Rêveberiya Sivîl a Minbic û Gundewarên Wê hemû destwerdanên derve yên têkildarî rêveberiyê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê red dikin.

ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Gefên dawîn ên li dijî bajarê Minbicê yê Bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî nerazîbûnan tên. Ji ber wê bajar bû qadeke ji gotegotên çapemeniyê û çavkaniya nûçeyan ji çalakvan û kanalên propagandayê re.

Der barê tiştên ku niha li Minbicê di aliyê sivîl, rêveberî û ewlehiyê de rû didin, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê Mihemedxêr Şêxo ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Şêxo destnîşan kir ku piraniya nûçeyên ku der barê rewşa Minbicê de hatine belavkirin, ne rast in, di demên dawîn de bajarê Minbicê bû mijara hemû dezgehên çapemeniyê, gelek agahiyên nerast li ser herêmê hatin belavkirin, ji wan ku hêzên bi navê Dirî El-Firat, Tirkiye û hêzên Koalîsyona Navdewletî re derbasî bajêr bûne, ev hemû agahî ne rast in û tu tiştekî wisa tune ye.

Mihemedxêr Şêxo têkildarî rastiya gotegotên ku hêzên rêjîma Sûriyê û saziyên ewlehiyê yên girêdayî wê derbasî bajarê Minbicê bûne, wiha axivî: “Em li bajarê Minbicê dijîn. Xebatên me yên rêveberiyê wekî ku me çawa xuya kiribû, berdewam dikin. Tenê hêzên Ewlehiya Hundirîn di bajarê Minbicê de hene, her wiha Meclisa Leşkerî ya Minbicê endamên xwe li ser sînorê rêveber ê bajêr belav kirine. Tu guhertin li bajar çênebûye. Gotegotên saziyên ewlehiyê yên rêjîmê derbasî bendava Tişrînê bûne, ji rastiyê pir dûr in.” 

Şêxo diyar kir ku tişta ji bo saziyên rêjîma Sûriyê vegerin, di çarçoveya saziyên xizmetguzarî û sivîl de bû û wiha pê de çû: "Ji bo vegera saziyên rêjîma Sûriyê beriya niha diyalog di navbera Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û rêjîmê de hebûn. Armanca wan ku saziyên sivîl û xizmetguzariyê li bajêr vegerin. Lê di wê demê de tu lihevkirin di navbera her du aliyan de nehatin kirin.”

Şêxo destnîşan kir ku heta niha ji bo xizmeta şêniyên herêmê diyalog didome û got ew bi hêvî ne di pêşerojê de lihevkirinekê der barê nuqteyên hesas de were kirin.

‘Em tu carî derfet nadin ku kesî ku destwerdana karûbarên me yên hundirîn bike’

Mihemedxêr Şêxo got bila şêniyên herêmê rehet bin ku rêveberî hemû destwerdanên derve ji karûbarên bajarê Minbicê re red dike û diyar kir ku di nava 2 salên derbasbûyî de di hemû aliyên xizmetguzarî, siyasî û leşkerî de gelek pêşketin bi dest xistin.

Şêxo bi navê rêveberiyê got bila şêniyên wan rehet bin ku ew tu carî derfet nadin ne rejîma Sûriyê, ne Tirkiye ne jî çeteyên Dirî El-Firat destwerdana xaka Minbicê bikin û soz da ku ew ê heta dawiyê parastina destkeftiyên xwe bikin.

Hevkariya rêveberiya Minbicê û Koalîsyona Navneteweyî dewam dike

Li ser mijara vekişandina hêzên Koalsîyona Navneteweyî ji bajêr, Şêxo wiha got: “Vekişandina Koalîsyona Navneteweyî û Amerîkayê ji bajarê Minbicê ne rast in. Hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Rêveberiya Sivîl û Meclisa Leşkerî ya Minbicê dewam dike û tu qutbûn çênebû. Dewriye li nava bajêr digerin û gerîna li ser sînor delîlê herî mezin e ku ev hêz hene. Projeyên xizmetguzariyê ku hatibûn erêkirin, beriya biryara Amerîkayê ya vekişandinê, heta niha dewam dike û kar li ser wê tê kirin."

Şêxo teqez kir ku Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li bajarê Minbicê û gundên wê di rêvebirina kar û barê bajêr de pişta xwe didin xwe, nadin ser hêzên derve û wiha pê de çû: “Ji destpêka avakirina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê, di rêvebirina kar û barên bajêr de em li gorî derfetên heyî pişta xwe didin xwe û destkeftiyên xwe, me pişta xwe nedaye tu aliyên derve. Rêveberiyê di hin aliyên xizmetguzariyê de bi Koalîsyona Navneteweyî re hevkarî dikir, lê tu caran me pişta xwe neda Koalîsyona Navneteweyî.”

Di dawiya axaftina xwe de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê Mihemedxêr Şêxo diyar kir ku vekişîna Amerîkayê ji herêmê tu bandorê li rêveberiya wan nake.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din