Mihrîcana `Aştiya yekem a zarokatiyê ye` reseniya Firatê vedijîne

Mîhrîcana ‘Aştiya yekem a zarokatiyê ye’ ya li bajarê Tebqayê hatiye lidarxistin di roja xwe ya duwem de berdewam kir. Berhemên hunerî û şanoyên ku di mîhrîcanê de hatin peşkirin, asta girêdana kûr a gelên herêmê bi axa xwe û cewhera girêdana bi çanda resen ve rave kirin.

Di çalakiyên roja duyemîn a Mihrîcana Aştiya Yekem a Zarokatiyê ye, ya ku li bajarokê El-Mensûra li rojhilatê bajarê Tebqayê lidar ketiye, sê komên hunerî yên girêdayî Navenda Çand û Huner a Tebqayê; Koma Gulpikên Firatê ya strana komî, Koma Hunerên gelêriî  û koma berhemên şano beşdar bûn.

Çalakî bi axaftina hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Bêrîvan Dodax destpê kir. Bêrîvanê bixêrhatina beşdaran kir û bernameya roja duyemîn a mihrîcanê vegot.

Destpêkê Koma Hunerên Gelêrî berhemên xwe pêşkêş kirin, piştre Koma Gulpikên Firatê stranên gelêrî yên girêdayî dîroka Firatê ya kevnar vegotin. Paşê şanoyek bi navê Axa Welat hate pêşendan, zarokan bi rêya wê şanoyê, gelek peyamên pîrozahiya hezkirina welat û parastina wî rave kirin.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî El-Aaya di hevdîtinekê de girêdayî mihrîcanê û armanca wê axivî. El-Alaya diyar kir ku mihrîcan cara yekemîn li herêma Tebqayê lidar dikeve. Derbarê slogana mihrîcanê de `Zarokatî bidin me aştî bidin me` El-Alaya got: “Me bi vê sloganê mihrîcan lidar xist da ku mafên zarokan ên ku di salên şer de ji wan hatine standin û ji hêsantirîn mafên zarokatiyê fêrbûn û ewlehî bê par mane rave bikin. Lewra me ev slogan pejirand da ku peyamekê bidin bê ka zarokên me piştî salên şerên çi bidest xistin. “

Girêdayî armancên lidarxistina mihrîcanê El-Alaya got: “Me hewl da hejmara herî zêde ya behreyên zarokan hemêz bikin û têkilî tevna çandên cuda bikin. Bi armanca  parvekirin û ciherengiyê. Me hewl da van behreyan bi rêya pêşendana berheman li pêşberî gel pêş bixin.”

Têkildarî navaroka berhemên ku zarokan pêşkêş kirine El-Alaya got: “Navarokên berheman li gorî daxwaza zarokan hatine pejirandin. Girîngî ji stranên gelêrî re yên ku çanda herêma Firatê ya cihereng rave dike, hate dayîn. Di şanoyan de çanda gelê me yê ku ji axa xwe hez dike û  hevgirtina gel ji bo parastina axa xwe hate ravekirin. “

El-Alaya di dawiya gotinên xwe de got: “Dewleta Tirk bi rêya dagirkirina gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl da çanda wan herêman biçewsîne, rastiya dîrokî ya gelên herêmê berovajî bike. Ji ber ku dixwaze rêgeza Osmaniyan bi rêbazên hovantir pêk bîne.”

Çalakiyên roja duyemîn a mihrîcanê bi gerandina xelekên govendê li ber stranên gelêrî bidawî bûn.

Di roja yekemîn a mihrîcanê de zêdetirî 150 zarok berhemên xwe yên hunerî, ji stran, lêdana amûrên muzîkê û şano pêşkêş kirin.

Tê payîn çalakiyên Mihrîcana `Aştiya yekem a zarokatiyê ye` bi dirûşmeya `Zarokatî bidin me û aştî bidin me` heya sibe berdewam bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din