Mihrîcana Dîlanên Gelêrî bi dawî bû

Mihrîcana Dîlanên Gelêrî ku vê sibê li bajarê Kobanê dest pê kiribû, bi dawî bû.

Komên beşdarî Mihrîcana Dîlanên Gelêrî ya Herêma Firatê bûn, piştî dîlanên xwe li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido pêşkêş kirin, hatin xelatkirin.

Ji saetên sibê ve kom ji herêmên Minbic, Tebqa û kantona Kobanê gihîştin navendê û her wiha bi sedan şênî beşdarî mîhrîcanê bûn.

Di destpêkê de komên ku beşdarî mihrîcanê bûn, bi dirûşma "Bi hev re em kelepora xwe biparêzin" derbasî ser dikê bûn û dîlanên xwe pêşkêş kirin. Koma Botan a Tirkmen ku ji bajarê Minbicê beşdar bûbû, Koma Ciwanan, koma Emel (Hêvî) a pêkhateyên Kurd, Koma Çerkez a dîlanên gelêrî dîlan pêşkêş kirin.

Ji aliyekî din ve 15 şêwekaran tabloyên ku berxwedana Efrînê û rastiya Sûriyê di nava salên şer de diyar dikin, li navendê pêşkêş kirin.

Şêwekar Mihemed Eyaş û Bablo Pîkaso li pêşiya beşdaran wêneyê hevseroka KCD`ê ku ev 138 roj e di greva birçîbûnê de ye, wêneyê Mazlûm Dogan û weneyê Kawayê Hesinkar ku çirûska agirê Newrozê pêxist, xêz kirin.

Paşê komên herêma Minbicê, komên herêma Tebqayê, hejamrek ji komên kantona Kobanê, her wiha Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê, Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido û 15 wênesazên ku bi wêneneyên xwe tev li mîhrîcanê bûbûn, televîzyona Ronahî, ajansa me ANHA û televîzyona Jin TV hatin xelatkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din