Mihrîcana Yekemîn a Aştiyê ya Zarokan li Tebqayê bi  dawî bû

Mihrîcana Yekemîn a Aştiyê ya Zarokan a ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê ve hatiye organîzekirin,  li Tebqayê bi dawî bû.

Mihrîcana Yekemîn a Aştiyê ya Zarokan bi diruşmeya "Zarokatiyê bidin me, aştiyê bidim me" ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Tebqayê ve hatiye lidarxistin û îro di roja sêyemîn li bajarokê Cirniyê yê bakurê rojavayê Tebqayê bi dawî bû.

Ji bo temaşekirina mihrîcanê nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê û bi dehan zarok û şêniyên bajarokê Cirniyê amade bûn.

Koma Beraîm El-Furat a girêdayê navenda çand û hunerê ya Tebqayê stranên folklorî gotin. Her wiha Koma Hunerên Gelerî govend gerand.

Zaroka bi navê Ciwana Yûsif bi amûra kemanê berhemek pêşkêş kir, her wiha koma Şanoyê şanoyek bi navê "Tevkarî" pêşkêş kir.

Di dawiya mihrîcanê de Koma Kevneşopiya Kurdî stranên Kurdî gotin.

Çalakiyên mihrîcanê dê ji roja şemiya bê li bajarê Reqayê dest pê bike û 3 rojan dewam bike.

ANHA


Mijarên Din