Mijar ji Terablusê wêdetir e...Çima Erdogan

Analîzvanên siyasî derbarê rewşa Lîbyayê de got: “Hedefên sereke yên destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê plana serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan ku kualîsyonek Îxwanî li bakur Afrîkayê ku ji Lîbyayê de dest pê bike û bi serkêşiya Tirkiyê be, ava bike. Da ku bakurê Afîgakyê dagir bike.”

Li gorî wesifandina analîzvanên siyasî Erdogan xwe dikuje da ku berjewendiyên dewleta Tirk li Lîbyayê pêk bîne. Bi wê re jî nûnerê NY’yê yê Lîbayê Xesan Selame metirsiyên xwe der barê veguhardina aloziya hundirîn ber bi şerê herêmî ve, ragihand.

PLANÊN TIRKIYÊ LÎBAYÊ JÎ DERBAS DIKIN

Erdogan bi awayekî fermî ragihand ku çeteyên sûrî û hêzên dewleta Tirk şandin Lîbyayê da ku li dijî Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê şer bike. Her wiha piştevaniya leşkerî ya bêsînor ji çeteyên li Terablusê re tevî pirsgirêka dijwar a ku artêşa Lîbyayê li hember planên dewleta Tirkiyê daniye jî, lê ew bi israr e û bi awayekî eşkere piştevaniya komên çete bike da ku planên xwe bimeşîne.

Têkildarî mijarê, çavdêr dibînin ku planên dewleta Tirk desteserkirina dahatûyên Lîbyayê derbasî dike û ber bi berjewendiyên berfireh ve diçe ku hegamoniyê li Bakurê Afrîkayê bike.

Pisporê siyasî yê der barê rewşa Lîbyayê de Ehmed Cuma li gel ajansa me re wiha got: “Dewleta Tirk di destwerdana kar û barên hundirîn ên Lîbyayê, piştevaniya milîsên çekdar ên li paytexta Terablusê bi çek, pergala parastina asîmanî û firokeyên bêpîlot de berdewam e. Her wiha çeteyên sûrî bi rê dike Terablusê da ku hedefên xwe pêk bîne mîna; pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk ên aborî bi taybet li Lîbyayê da ku hegamoniyê li petrol û gazê bike. Bi wê re jî dewleta Tirk dixwaze herêma perav, çolistan û Bakurê Afrîkayê serwer bike."

Cuma wiha domand: "Destwerdana dewleta Tirk dê ber bi hedefên mezintirîn ve biçe. Ew jî bi rêya piştevaniya komên Îslama Siyasî bi taybet koma Îxwan El-Mislimîn a li Bakurê Afrîkayê ye. Her wiha da ku koma Îxwan bibe gefek li dewleta Tirk bi rêya geşkirina berjewendiyên wê li ser sînroê bi Misirê re, ev jî xeteriyekê li ser ewlehiya Misirê çêdike. Di heman demê de jî piştigiriya vê tevgerê li Tûnis û Cezaîrê jî dike."

Li gorî Cuma xwesteka dewleta Tirk ji van mijaran bi tevahî, ew e ku koalîsyoneke Îxwanî li Bakur ê Afrîkayê ya bi piştevaniya dewelat Tirk ava bike, dê serkêşiya vê koalîsyonê jî koma Îxwan a li Lîbyayê be. Ji ber ku li gel Lîbya dewlemendiyên petrolê hene dikarin planên dewleta Tirk ên bi hedefa berfirehkirina serweriya xwe li Bakurê Afrkayê pêk bînin.

Cuma wiha dirêjî da axaftina xwe: "Nakokiya Tirk-Ewropa bi sedema destwerdana dewleta Tirk a bêserûber li kar û barên Lîbya û piştgiriya milîsên çekdar ên hewl didin ber bi parzemîna Ewropayê ve biçin. Ev jî gefên yekser li ewlehî û aramiya Ewropayê ne. Ji bilî wê jî dewleta Tirk bi bazirganên mirovî re dixebite ku koçberên nerewa ji tevahî parzemîna Afrîkayê ber bi dewletên Ewropayê ve dişîne. Ji ber ku Lîbyaya korîdora koçberiyê ye û dê ev jî bandorên ewlehî li dewletên Ewropayê bike."

Cuma axaftina xwe wiha domand: “Bi sedema reftarên dewleta Tirk ên piştevaniya milîsên çekdar li Lîbyaya bi çekên giran, pêşketî û pereyan û geşkirina berjewendiyên wan. Her wiha hewldana milîsên girêdayî dewleta Tirk a derbasbûna Ewropayê, hişt ku Ewropa bi taybet Fransa êrişî dewleta Tirk bike. Her wiha dewleta Tirk bi hevkariya îstîxbaratên wê pasportên çeteyan ên sexte çêkirin da ku tevgera veguhastina li ku derê dibe bila bibe, hêsantir be."

‘PLANÊN EWROPAYÊ YÊN FIŞARA LI DIJÎ TIRKIYÊ’

Ehmed Cuma wiha da zanîn: "Bi sedema gelek berjewendiyên hevpar çi aborî yan jî siyaseta bi nûnertiya rola dewleta Tirk li aloziya Sûriyê dibe, heta niha Ewropa nikare fişarê li dewleta Tirkiyê bike. Ji ber ku ev dewlet naxwazin yekser li hember Tiriyê bisekinin."

Lê belê Ewropa bi rêya aktîvkirina kontrolkirina deryayî ku dê keştiyan di çend rojên pêş de bişîne ku plan û tevgerên veguhastina çekan ji Lîbyayê re dorpêç bike.

Ehmed Cuma ev tişt anî ziman: "Li gel dewletên Ewropayê kaxizinên aborî hene ku dikare bi rêya wan fişarê li dewleta Tirk bike da ku ji siyaseta xwe ya wêrankirina Lîbyayê vegere. Lê belê pêkanîna vê yekê dijwar e. Ji ber ku Ewropa heta niha naxwaze yekser li hember dewleta Tirkiyê be. Lê belê vê sînaryoyê ji zûtirîn dem de amade dike û dê fişarê li dewleta Tirk di demeke guncaw de bike ku siyaset û planên xwe yên destwerdana li kar û barên hundirîn ên dewletên ereb bi taybet Lîbya û Sûriyê, biguhere."

Hin alî hene ku sûdê ji rola dewleta Tirk digirin, ew jî aliyên piştgiriya Teyar El-Îslamî ya Siyasî ne bi taybet rêxistina Îxwan El-Mislimîn, DAIŞ û El-Qaîdê, her wiha dewletên piştevaniya van rêxistinan dikin. Ev jî diyar dibe ku rola dewleta Tirk li vê dawiyê ji veşariyê ber bi eşkerebûnê ve hat guhartin û piştevaniya leşkerî ya milîsên çekdar dike.

Ev dewlet û alî dixwazin rol û desthilata Teyar El-Îsalm a Siyasî li Lîbyayê geş bikin da ku koalîsyonekê li Bakurê Afrîkayê ava bikin û dê serkêşiya vê koalîsyonê jî koma Îxwan a Lîbyayê bike. Ji ber ku dewleta Tirk di çend mehên borî derfeta jiyanê li pêş wan bi rêya piştevaniya leşkerî û veguhastina çeteyên çekdar vekir. Ev piştgirî bû alîkariya Teyar El-Îslam a Siyasî ya piştevaniya milîsên xwe yên çekdar."

Ji lew re îxwan ji serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan re wefdarî û taetê dikin. Vê komê di vê dawiyê de ji banka navendî ya Tirkiyê re maliya bi 4 milyona dolar rê kir. Da ku  Tirkiyê û aboriya wê ji hilweşînê rêzgar bike."

Di dawiyê Ehmed Cuma wiha got: "Aloziya Lîbyayê aloziyeke ewlehî ye, divê ev alozî ji aliyên leşkerî û ewlehî ve bên bidawîkirin. Piştre ber bi rêveçûna siyasî derbas bibe. Her wiha divê dewlet hewl didin aloziyê çare bikin, piştevaniya rola artêşa Lîbyayê di şerkirina komên tundraw de bikin. Bi wê re jî dê artêşa Lîbyayê tevahî xakê rizgar bike û milîsan têk bibe. Dûvre dê ev bibe alîkariya aktîvkirina çareya siyasî li welat û bidawîkirina aloziyê. Ji ber ku ev kom astengiyan li hember çareya siyasî pêk tînin, her wiha têkbirina wan dê şanseke mezin bide çareya siyasî ji tevahî aloziyê re."

(fr)

ANHA


Mijarên Din