Mijar û rojevên rojnameyên erebî yên îro

Rûsyayê beriya ku civîna Astanayê ku sibe tê lidarxistin, herêmên bêçek û bi taybet Idlib bi awayekî dijwar topbaran kirin. Netanyahu serdana Colanê kir û got ew xakeke Îsraîlê ye. Xwepêşandêrên Cezayirê piştî êrîşkirina fermandarên artêşa tevgera gelêrî, xwepêşandanên xwe dewam kirin. Washington der barê pêkanîna cezayên ku li ser Îranê hatine ferzkirin de amadekariyên cezakirina hevalbendên xwe dike. Bi vê yekê îşaretê bi Tirkiyê dike ku dê temenê wê giran bide, heger pêk neyne.

El-Şerq El-Ewset: Topbarana li ser Idlibê beriya civîna Astanayê

Rojnameya Şerq El-Ewset der barê rewşa Sûriyê de wiha nivîsandin: "Balafirên şer ên Rûsyayê bejahiya Idlibê ya bakurê rojhilatê Sûriyê êvara civîna Astanayê li paytexta Kazaxistanê, bombeberan kir."

Rojnameyê di berdewamiya nivîsa xwe de wiha got: "Navnda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê duh ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê şeva Duşemê 12 derbe li ser herêmên derdora girtîgeha navendî ya Idlbiê û bajarokên Fîlon, Korîn, Bekfelûn û aliyên rojavayê bajarê Idlbiê bombeberan kirin. Di encama wê de ziyar û zerarên madî çêbûn. Bombebaran piştî balafirên keşfê li asîmanê herêmê geriyan, pêk hat."

Rojnameyê di berdewamê de wiha got: "Ajansa Spûtnîk a rûsî ragihand ku balafirên keşfê tevgera dijber û kombûna çekdarên Heyet Tehrîr El-Şam şopand. Bi rêya balafirên şer dan û standin bi wan re hat kirin. Balafiran 18 caran bombeberan kir." 

El-Quds El-Erebî: Netanyahu bi malbata xwe re serdana Colanê dike

Rojnameya El-Quds El-Erebî di nivîseke xwe de got: "Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu li ser toreyên tevana civakî wêneyekê xwe bi malbata xwe re ku serdana Colanê kiriye, belav kir."

Netanyaho li ser wêneya xwe bi hevjîn û 2 kurên xwe re, wiha nivîsand: "Min û malbata xwe serdana kinişteya cihûyan a kevn a li Kefer Nahûm li Colanê kir. Tu çi qas xweşik î xaka Îsraîlê."

Lubnan

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Ereb li gorî çavkaniyên dîplomatîk ên biyanî li paytexta Lubnanê nivîsand ku ji nakokiyên Lubnanê mat man û bi taybet piştî daxuyaniyên serokê Lubanê Mişêl Ewn ên der barê peykerê Betriyark li Bikirkiyê de.

Lîbya

Rojnameya El-Beyan der barê rewşa Lîbyayê de nivîsan ku lûtkeya Tirwîka û komîteya Lîbyayê bang li Yekitiya Afrîkayê di civîna wê li Qahîreyê kir ku şerê li Lîbyayê bê qeyd û şert bisekinîne. Her wiha teqezî li ser rola sereke ya Yekitiya Afrîkayê û dewletên endam di çareserkirina aloziya heyî li Lîbyayê de kir.

Cezayir

Rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsand ku partiya Cebhet Tehrîr El-Wetenî rûpela xwediyê piraniyê li Cezayirê Mûaz Bû Şarib tewand, serokerkanê artêşê Fayid Salih êrîşî tevgera opozîsyona sembolên rejîmê ji nû ve vekir. Ji xwestekên xwe di îstîfakirina serokê demkî Abdulqadir Bin Salih û serokwezîr Nûredîn Bedewî û sekinandina serokatiya 4’ê Tîrmehê daneket.

Îran

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Îranê de wiha got: "Bi îlankirina Washingtonê ku her 8 dewlet nikarin dan û standinê di aliyê bazirganiyê de bi Îranê re bikin, cezayên ku ji aliyê DYA`yê ve li ser Îranê hatine fezkirin, derbasî qonaxeke nû dibe. Dibe ku bandorê li jiyana aborî bike."

(bx) 


Mijarên Din