Mijara roja duyemîn a civîna salane ya Rêveberiya Xweser, stratejiya xebata sala nû ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna salane ya yekemîn bi nirxandina 7 rêveberiyan û Meclisa Rêveber a xebatên xwe, di roja duyemîn de dest pê kir, her wiha tê payîn ku civîn bi raporeke giştî û eşkerekirina mezexta projeyên stratejîk ên sala nû bi dawî bibe.

Civîna salane ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku duh li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Reqayê dest pê kiriye, di roja duyemîn de berdewam e. Her wiha civîn bi nîqaş û nirxandina xebatên sala borî yên 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl û Meclisa Rêveber a Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

Di civînê de, Hevserokê Mevlisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar, Serokê Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, endamê Desteya serokatiyê Hesen Mihemed Elî, Desteya serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser  û hevserokên 7 meclisan, deste û tevahî buroyên Rêveberiya Xweser, amade bûn.

Civîn bi nirxandina xebatan li pêş çapemeniyê girtî didome û tê payîn ku bi raporeke giştî ku tê de plan û projeyên stratejîk ên ku dê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsal li ser bixebite û diyarkirina mezexta van projeyan, bi dawî bibe.

Roja yekemîn ji civînê li ser pêşdeçûn û pêşketinên li herêmên ên sala borî bûn û her wiha xebat û destkeftiyên 7 Rêveberiyên Xweser û Sivîl û metoda siyasî ya ku divê sala nû pêk bê ya der barê berdewama diyaloga bi tevahî aliyên Sûriyê re ku weke çareseriya yekane ya derketina ji aloziyê ye, hatin nîqaşkirin. Li aliyekî din jî li ser berdewama xebat û pêşkêşkirina xizmetguzarî ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berxwedana li hember êrişên li ser Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Beşdaran diyar kir ku pêwîst e piştevaniya beşên stratejîk mîna tenduristî, çandî, perwerde û xizmetguzarî yên ku encamên xwe li ser tevahî şêniyên herêmê erênî ne, bê kirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din