​​​​​​​Mijara rojnameyên Erebî yên hefteya borî

Rûsya tevgera xwe di dosyaya Sûriyê de zêde dike û hewl dide dest deyne ser biryarên hikûmeta Esed. Rageşiya di navbera Washington û Tehranê de gûr dibe. Li aliyekî din jî çavdêr dibînin ku fikarên Washington û welatên rojavayî hene ku senaryoya "Astana Sûriyê" li Lîbyayê dûbare bibe.

Alozya Sûriyê, rageşiya DYA-Îran û destwerdana Tirkiyê di Lîbyayê de mijarên sereke yên rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî bûn.

EL-EREB: RÛSYA LI SÛRIYÊ ALAVÊN XWE YÊN SIYASÎ AKTÎF DIKE

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Bi erkdarkirina serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a balyozê Moskovê li Şamê Aleksander Yefîmov re wek nûnerê serokatiyê yê taybet ji pêşketinên têkiliyan bi Sûriyê re di vê dema dawîn de mijareke girîng e. Nexasim ev pêngav bi nîşaneyên guhartina Rûsyayê ya siyaseta xwe der barê aloziya Sûriyê de, pêk hatin.

Ev erkdarî jî destwerdanên balyozê rûsî di biryarên rejîma Sûriyê de, nexasim a aboriyê bi nêzbûna pêkanîna ‘Qanûna Qeyser’ a Amerîkayê re geş dike.

Armanca Qanûna Qeyser ku dê destpêka meha bê de pêk were, fişara aboriyê li dijî rejîma Esed zêde bike û nakokiya di navbera Esed û Mexlûf de ku aboriya Sûriyê kontrol dikin, biteqîne.

Rûsya ji hilweşîna destkeftiyên ku ji destpêka destwerdana wê li Sûriyê di 2015’an de ditirse û dixwaze alavên xwe yên leşkerî bi siyaseta li ser erdê aşle bike.

ŞERQ EL-EWSET: RAGEŞIYA LI DIJÎ HIKUMETA KAZIMÎ BI SERKÊŞIYA ÎRANÊ Û ALÎGIRÊN WÊ YÊN LI IRAQÊ PÊK TÊ

Têkildarî rewşa Iraqê jî, rojnameya ŞerIq El-Ewsat wiha  got: "Beriya du hefteyan, behsa "rojên agirbestê" ya tê payîn di navbera Tehran û Washingtonê de li Iraqê pêk bê, dihat kirin. Ew yek piştî lihevkirina li ser qebûlkirina Mustafa Kazimî wekî serokwezîr, pêk hat.

Dihat gotin ku her du aliyên Amerîkî û Îranî naxwazin hikumeta Mustafa Kazimî asteng bikin da ku rewşa welêt ku ji ber gendeliyê, lawazbûna rêveberiyê û şerên herêmî û navdewletî yên ji beriya zêdetirî 15 salan ve xerab bûye, baş bike.”

EL-EYN: WASHINGTONÊ DU VEBIJÊRK DANE PÊŞIYA ÎRANÊ; YAN DIYALOG, YAN HILWEŞÎNA ABORIYÊ

Derbarê geşedanên DYA-Îranê de rojnameyê wiha nivîsî: "Şandêrê Amerîkayê yê taybet bo Îranê Brett Hook du berbijêrk dane pêşiya Îranê; yan dê bi Washingtonê re diyalogê bike, yan dê aboriya wê hilweşe.

Hook roja çarşemê got "Siyasetên fişara giran" a ku serokê Amerîkayê Donald Trump pêk tîne, ji bo Îranê du bijarteyan dihêle; yan dê bi Amerîkayê re bikeve nava diyalogê yan dê bi sedema cezayê Amerîkayê aboriya wê hilweşe.”

EL-EREB: DYA DITIRSE KU SENARYOYA SÛRIYÊ LI LÎBYAYÊ DUBARE BIBE

Rojnameyê der barê mijarê de wiha nivîsî: "Daxuyaniyên rayedarên DYA’yê nîşan didin ku welatên Rojava ditirsin senaryoya Ûkrayna û Sûriyê li Lîbyayê dubare bibe, her wiha dê Rûs derfetê ji dest xwe bernedin ku li sînorên xwe yên başûr bi Ewropayê re xwe  bi cih bikin.”

AFRICOM`ê bi daxuyaniyekê li ser zimanê generalê DYA’yê Steven Tausend got "Diyar e ku Rûsya hewl dide hevsengiya Lîbyayê li gorî berjewendiyên xwe biguherîne, wekî çawa li Sûriyê kir."

Ji fermandarên hêzên asmanî yên Amerîkayê Gif Harijan, fermandarê hêzên asmanî  yên DYA’yê yên di nava hêzên asmanî yên Ewropayê de got "Eger Rûsyayê dest danî ser baregeheke leşkerî yên li beravên Lîbyayê, pêngava duyemîn dê ew be ku hêzên xwe bi awayê mayînde li wir bi cih bike da rêya gihîştina Afrîkayê bigire."

 Her wiha got "Eger ew roj hat, ev tişt dê bibe metirsiyeke rasteqîn li dijî baskê Ewropaya başûr, kiryarên Rûsyayê yên têkbirina aramiya Lîbyayê dê bike ku aramiya herêmê têk biçe. Ew dê bike aloziya koçberiyê mezin bibe û bandorê li Ewropayê bike."

Hin derdor dibînin ku DYA pir behsa ewlehiya Ewropayê û mijara koçberan dike, xuya ye ev nameyên nerasterast in da ku NATO tev bigere.

Her çi qas xuya dike ku pevçûn li Lîbyayê, wekî pevçûnên komên dijberî hev in, ji bo parvekirina samanên Lîbyayê yên mezin, lê aliyê wê yên navdewletî jî diyar e. Bi taybet piştî ku NATO sala 2011`an biryar da ku destwerdana hilweşîna desthilata lîderê Lîbyayê Muemer Qedafî bike.

Geşedanên dawiyê li Lîbyayê, agahiyên der barê lihevhatina Rûsya û Tirkiyê ya der barê parvekirina herêmên desthilatê li Lîbyayê de piştrast dike. Li gorî lihevhatinan dê herêmên rojava û başûr para Tirkiyê bin, herêmên Breqa û herêma nava Lîbyayê (Sert û benderên petrolê) para Rûsyayê bin.

Artêşa Lîbyayê ji hin deverên gitîng ên rojavayê Lîbyayê vekişiya, mîna beregeha El-Wetiye her wiha hin bajarên bervê jî winda kirin. Li aliyê din hin raporên ragihandinê li ser zimanê şaredarê bajarê Benî Welîd Samlim Niwêr ê nêzî islamiyan diyar kirin ku çekdarên bi ser koma Vagne ji hin eniyên şer ên başûrê Trabludê vekişiyan û çûn herêma Cefra.

Lê tişta ku tirsa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zêde dike ew ku hin balefirên şer ên Rûsyayê gihiştin Lîbyayê û alîkarî dane artêşê ku asmanê hin herêmên Lîbyayê kontrol bike.

Daxuyaniya AFRICOM`ê got "Ne hêzên li rojhilatê Lîbyayê, ne jî komên çete, bêyî piştgiriya Rûsyayê dê nikaribin wan balefirên şer bikar bînin."

Ev geşedan fikarên Washingtonê zêde dikin ku dê bibe destpêka hebûna Rûsyayê ya mayînde li herêmên navenda Lîbyayê. Ew herêm jî ji bo Amarîkayê girîng e, ku li wir di sala 2016`an de bi AFRICOM`ê êrîşên asmanî li DAIŞ`ê pêk anîbûn.

Lêkolînerê siyasî yê Lîbî Mihemed El-Carih got ku DYA hewl dide nehêle Rûs û Tirk dest deynin ser dosyaya Lîbyayê, ji ber ku ev yek dê bandorê li ewlehiya wan a neteweyî bike.

Her wiha got "Rojava dizane eger hewldanên DYA’yê yên dîplomatîk têk biçin, ev tê payîn, wê çavê tevgera leşkerî gut bibe. Paşê dê serpereştiya Tirkiyê û Rûsyayê lihevhatin çê bibe, Cezaîr dê li aliyê Tirkiyê be, Misir jî li aliyê Rûsan be û dê tevgereke mîna Asîtanaya Sûriyê çê bibe.”


Mijarên Din